Bedewiyeka din a Wanê; traverten

Travertenên Elbakê ku yên Pamûkkaleyê tîne bîra mirov yek ji bedewîtiyên Wan’ê ye ku nû tê keşifkirin.

Buheşta veşartî bajarê Wan bi bedewîtiyên xwe yên xwezayî ku li xwe dihevîne dikeve çavan.

Wan bi avaniyên xwezayî, avahiyên dîrokî û çanda xwe ya bikok ji aliyê Gola Wanê, çiyayên Sîpan, Nemrûd û Cîlo ve dorpêç bûye. Ligel keleha Ûrartû û dêrên xwe yên hezaran salî bi travertenên xwe ku pir kêm tê nasîn newazeyekî xwezayî ye. Travertenên li Taxa Sawkanê ya 45 kîlometreyan ji navçeya Elbakê dûr e, mîna Pamûkkaleya herêmê ye. Travertenên di nav sînorên gundê Sawkanê ku dora wê çiyayan pêçayî û li naverasta deştekî şîn û Ava Reş a ku baskekî esasî yê Ava Zapê ye de ye. Qada traverten lê ne, tu yê bêjî qey weke awahiyek e di naverasta çolekê.

Ne tenê şêniyên herêmê, mirovên di serî de ji bajarên Tirkiyê, li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, ji Îran, Iraq û gelek welatên din ên cîhanê tên dîtina wê avaniya xwezayî. Ev herêm ku xwedî dîmenekî bêhempa ye, di heman demê de qadekî xwezayî yê pesn û stayîşê ye. Ligel vê bedewîtiya xwe ya xwezayî, tê gotin ku ava wê ji bo gelek nexweşiyên çermê derman e.

Welatiyê bi navê Ahmet Dûman ku ji bo dîtina travertenên Elbakê hatiye diyar kir ku ev der hê nû hatiye keşifkirin û got: “Ev xweza ya me hemûyan e, ji ber vê bêyî ku qirêj bikin divê ji nifşê pêşerojê re veguhazînin. Ev newazeya xwezayî ya bi hezarê salan, ji bo me mîrasek e. Ji herêma me re nirxek e. Ji xwe her devera herêma me pir bedev e. Ev der jî quncek ji buheştê ye. Cara yekê ye ku hatime vê derê û heyran mam. Cihekî wisa ye ku teqez divê mirov lê bigere, lê bêyî ku zirarê bide xwezaya wê…”

Welatiya bi navê Dîlek Çetîn jî da zanîn ku beriya niha jî hatiye vê derê û anî ziman ku herêm û traverten aramiyê didin mirov. Çetîn xuya kir ku herêm xwedî dîmenekî bêhempa ye û tekez kir ku mirov li vir aram dibe û bi xwezayê re dibe yek.