Bayik: Heval Helmet xwedî taybetmendiya Rêber Apo û PKK’ê bû

Bayik: Heval Helmet xwedî taybetmendiya Rêber Apo û PKK’ê bû. Ji bo wê kesayetek gelerî bû. Dizanî çawa wê nêzî bibe, çawa êşa gel di mejî û ruyê xwe de bijî. Ji bo wê hertim rêzdarî û perwerdekirina gel ji bo xwe dikir hedef.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di yekemîn salvegera şehadeta şehîd Diyar Xerîb de qala têkoşîn, kesayeta û fedekariya wî kir. Bayik her wiha bal kişand ser têkoşîna gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê û dîsa şehîdkirina wan a bi destê noker û hevkarên dijmin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya yekemîn salvegera şahadeta şehîd Diyar Xerîb de (Heval Helmet) ji Rojnewsê re axivî.

‘RÊVEBERÊN BAŞÛR IRAQÊ TENÊ WEKE DIJMIN DIDÎTIN’

Hevserokê Konseya Rêvebar a KCK’ê Cemîl Bayik destpêka axaftina xwe de balkêşa ser têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê û wiha axivî; “Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi salan têkoşîna azadî û demokrasî pêşxist. Di wê têkoşînê de êşên mezin jiyan kirin û bedelên mezin dan. Lê çiqas ew êş û bedel jiyan kirin jî, daxwaza ku gelê me ji partiyên Başûr hêvî dikirin, pêknehatin. Çima, ji ber ku di zihniyet û siyaseta wan de pirsgirêkên mezin hebûn. Di zihniyet û siyaseta Başûr de, parçebûna ku dagirker û qirkeran çêkirî, ti caran nehate rakirin.

Ew parçebûn dewam kir, lê pêwîst bû dijî wê parçebûnê rawestiban. Wê wextê dikarîn parçebûn rakin û tevgerek netewî pêşbixin. Ji ber ku parçebûna di civak û kesayetiyê de çêbûyî ranekirin, li Başûrê Kurdistanê yekîtiya netewî zêde pêşneket. Li gel vê, tenê Başûr weke Kurdistan didîtin. Beşên din weke beşek ji Kurdistanê nediditîn. Ji bo wê jî tenê Iraqê weke dijmin didîtin. Dewleta Tirk ya dagirker wek dijmin nedidîtin. Ji ber vê yekê di zihniyet û siyaseta ku di hat meşandin de ji bo tevahî Kurdistanê dibû pirsgirêk.

Baweriya partiyên li Başûr bi xwe û gel nebû, li ser hêza xwe têkoşîn pêşnedixistin, çareserî di xwe de neditin. Ji bo wê baweriya xwe hîn zêdetir bi hêzên derve di anî û çareserî jî ji derve di dîtin. Ew pirsgirêka di zihniyet û siyasetê de dihat jiyankirin, li Başur tevgera demokrasî û azadiyê pêşnexist. Ji ber vê hertim xeta teslîmyet û xiyanetê ma. Heya bi gelek şeklan pêşket û kur bû. Vêya zirarek mezin da têkoşîna ku li Başurê Kurdistanê tê pêşxistin.”

‘RÊBER APO TÊKOŞÎNEKE NÛ PÊŞ XIST’

Bayik da destnîşankirin ku li Bakurê Kurdistanê dibin rêberiya Rêber Apo de têkoşînek nu hate pêşxistin, Rêber Apo rêbertiyek, nû partiyek nû, gelek nû û têkoşînek pêşxist. Bayik got ku li ser wî bingehî jî Rêber Apo jiyan, civak û kesayetek nû pêşxist.

Bayik wiha dom kir; “ Ew xeta ku Rêber Apo pêşdixist, ne tenê dijî dagirker ûqirkeran pêşdiket. Heman demê de, li dijî kevneperestiya Kurd, xiyaneta Kurd û teslmiyeta Kurd jî pêşdiket. Xeta ku Rêber Apo li bakur pêşdixist, ne tenê bakur bingeh digirt. Hemu Kurdistanê bingeh digirt. Netewyeta Kurd, zanabûna netewî û yekîtiya netewî ji bo xwe bingeh digirt. Rêber Apo hêza xwe, hêza gel bingeh digirt. Li ser hêza xwe û gel, tevger pêşxistin û çareserî pêşxistin jî di xwe de bingeh digirt. Ji bo wê têkoşîna ku Rêber apo pêşdixist, bandora xwe ne tenê li ser Bakur, li ser hemû beşên din yên Kurdistanê çêdikir. Heta li ser gelên Rojhilata Navîn jî çêdikir.”

‘DR. SÎRWAN XWEST RASTIYA XETA RÊBER APO FAM BIKE Û LI BAŞÛR KURDISTANÊ PÊŞ BIXE’

Bayik di dewamê de bal kIşand ser têkoşîna şehîd Dr. Sîrwan û wiha got; “Heval Dr. Sîrwan li Ewropayê bû. Dr.Sîrwan dît ku têkoşîn guhertinek esas di Kurdistanê de pêşdixe û daxwazên gelê Kurd pêşwazî dike. Daxwaziya gelê Kurd azadî û demokrasî bû. Dr. Sîrwan dît ku xeta Rêber Apo vêya xurt pêşdixe. Ji bo vê ji Ewrupayê berê xwe da Kurdistanê. Hat gel Rêber Apo, xwest rastiya xeta Rêber Apo hîn baştir fam bike ku bikare wê xetê li Başûrê Kurdistanê pêşbixe. Piştî perwerdeyê hate Kurdistana Başur û dest bi xebatê kir. Xebata ku Dr. Sîrwan pêşdixist, hem li ser civaka Başûr, bi taybet jî li ser ciwanên Başûr bandorek mezin çêdikir.

‘DEST BI KUŞTINA TÊKOŞARAN KIRIN’

Ji ber ku zihniyet, siyaset, partî, têkoşîn û jiyanek nû dihate pêşxistin, ev yek bandorek mezin çêdikir. Hem partiyên Başûr yên ku desthilatiyê ji bo xwe bingeh digirtin, hem jî dewletên emperyalîst, ji pêşketinên ku çêdibûn, tirsiyan. Ji ber ku dîtin pêşketin û guhertinek zû çêdibe, xwestin pêşiya wê bigrin. Dîtin ku ev têkoşîn xizmeta berjewendiyê wan nake, zererê dide wan. Ji bo wê biryar dan ku pêşiyê lê bigrin. Ji bo vê jî dest bi kuştinan kirin.

Destpêkê heval Rauf Akreyî kuştin, piştre Alî Şaban li Amediyê kuştin. Sadiq Umer li Derkarê kuştin. Piştre Omer Axayê Surucî kuştin. Piştre jî Dr. Sîrwan kuştin. Bi van kuştinane peyamek dan ciwan û gelê başûr. Gotin ku kî xeta Rêber Apo bingeh bigre, em nahêlin siyasetê bikin, heta em nahêlin li Başûr jî jiyan bikin. Bi vê dixwestin her kesê bitirsînin da ku ti kes di wê xetê de têkoşînê nekin. Lê ev li ser ciwan û gelê Başûr bandorek çênekir. Her ku çu hîn zêdetir ciwanên Başûr xwestin rastiya Rêber Apo fam bikin. Xwestin xeta ku dimeşênin û têkoşîna wan fam bikin. Ji ber ku dîtin ew têkoşîn tenê dibe bersiva Başûr û daxwaza gelê Başûr pêktîne. Ji ber vê komek ciwan berê xwe dan gel Rêber Apo. Wê wextê ez jî li wir bûm, di nava wê komê de heval Helmet jî hebû.”

‘RÊBER APO GIRÎNGIYEK PIR MEZIN DIDA CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’

Bayik behsa dema şehîd Helmet li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pêde çû; “Rêber Apo li ser wê komê bixurtî disekinî. Ji ber ku ciwanên Başûrê Kurdistan hatin, dixwestin ku li Başur zihniyet û siyaseta ku Dr. Sîrwan pêşxistî, pêşbêxin. Ciwanên Başûrê Kurdistan dixwestin rastiya Rêber Apo bi her awayî fam bikin. Bandorek Rêber Apo, têkoşîna ku pêşxistî çêbibû. Lê dixwestin ji nêzde jiyana Rêber Apo bibînin. Çawa dixebite, şêwaza xwe ya xebatê çawane, tempo çawane û çawa nêzî Başûr dibe. Herwiha çawa nêzî hemû Kurdistan û dagirkeriyê dibe. Çawa nêzî şehîd û nirxan dibe. Ciwanan bi her awayî dixwestin ji nêz ve Rêber Apo fam bikin.

Rêber Apo jî dixwest ku wana her di her alî de pêşbixe. Bi wan re hertim guftugo dikir, hem dixwest ku wan fam bike, aliyê wan yê lewaz rake û yê xurt jî hîn xurtir bike. Hem bi wan jî, dixwest rastiya Başûr bi her alî ve fêm bike. Ne tenê dixwest komê perwerde bike û wana fam bike. Rêber Apo dixwest wan, gelê Başur û siyaseta Başûr hîn zêdetir baş fam bike. Ji bo wê hem bi wan re şagirtî û hem jî mamostayî dikir. Ev yek bû sedemê pêşketina wan hevalan. Ji ber ku dîtin Rêber Apo ne xwediyê jiyanek kesî ye, hemû jiyana xwe xistiye xizmeta gelê Kurdistan û azadiyê. Ciwanên Başûrê Kurdistan dîtin ku Rêber Apo roj û şev ji bo vê kar dike. Dîtin nêzîkbûna wê ya nirxan gelek mezine, nirxan ava dike û diparêze . Ciwanan dîtin ku şêwaza Rêber Apo gelek xurte, bandorê li ser mirovan çêdike.”

‘HEVAL HELMET DIXWEST XWE LI SER RASTIYA RÊBER APO JI NÛ VE AVA BIKE’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku heval Helmet hemû taybetmendiyên Rêber Apo wergirtibû û wiha qala xebat û têkoşîna şehîd Helmet kir; “Heval Helmet dixwest li ser rastiya Rêber Apo xwe ji nû ve ava bike. Hîn zêde xwe nêzî rêber Apo dikir. RêberApo jî dît ku di heval Helmet de pêşketinek mezin çêdibe, ji bo vê hîn zêdetir bala xwe da heval Helmet, daku bikare rastiya tevgerê her alî ve xurt fam bike. Ji ber ku dema heval Helmet bizivire Başûr, bikare li Başûr xeta azadî û demokrasiyê bi xurt bimeşîne. Ji bo vê hevalê Helmet dema ku li gel Rêber Apo perwerde didît, li ser rastiya Rêber Apo xwe avakirin, di xwe de hêza çareseriyê çêkirin, kir bingeh. Ji bo vê zihiyet û kesayetek mezin di xwe de avakir. Dema ku hatin Başûr li başûr hevalê Helmet û koma bi wî re, dest bi xebatê kirin. Da ku bikarin zihniyetek nû, li ser wî esasî siyasetek nû li başûr pêşbixin. Ji ber ku pêwîstiya Başûr bi wê hebû. Li ser vî bingehî, partî avakirin.

Dest bi xebatê kirin. Wê çawa di siyaset û zihniyeta başur de guhertinek demokratîk çêbikin, wê çawa di civakê de civakek nû pêşbixin. Kesayetek nû pêşbxin, wê çawa di desthilatiya başur,hikumet û saziyên başûr de guhertinê pêşbixin. Li ser vî bingehî, karekî mezin pêşxistin. Eger ku li başur di zihniyet û siyasetê de hinek guhertin çêbû, dîsa di xeta netewî de, zanebûn çêbû li ser wê zanabûnê, yekîtiya netewî di nava civakê de pêşket, rolek mezin yê Heval Helmet heye. Eger xeta teslmiyet û xiyanetê baş hatibe famkirin, eger di nava civakê de dijminê Kurdan ku dewleta Tirk temsîl dike pêşket, di vê xebatê de rolê heval Helmet pir mezine. Ji ber ku heval Helmet xwest bi gelê meyê başur dijminê Kurdan yê serek bide famkirin û naskirin.

‘EGER KU LI BAŞÛR ZANABÛNA YEKÎTIYA NETEWÎ PÊŞ KETIYE, ROLA HEVALÊ HELMET MEZIN E’

Ji ber ku heya wê demê tenê Iraq dijmin didîtin. Lê dijminê mezin, dewleta Tirk bû. Dixwest ku vêya bi civakê bide famkirin. Îro di nava civakê de ev dîtin pêşdikeve, rolê heval Helmet di vir de mezine. Dîsa xwest ku di siyaseta başûr de guhertinan çêbike. Di xwest bi gelê başûr bide famkirin ku Kurdistan ne tenê başûre. Kurdistan firehe xwedî beşên dine. Îro li başûr zanabûna yekîtiya netewî pêşketiye, rolê heval Helmet mezine. Heval Helmet dît ku êşa Kurdan ya mezin, parçebûna Kurdane. Ji ber ku dagirkeran, civak û kesayetî parçekiriye. Ger ew parçebûn neyê rakirin wê pêşketin, azadî û demokrasî li Kurdistanê çênebe. Dijî siyaseta parçebûnê xurt kar kir. Dîsa li dijî xeta îxanetê karek mezin pêşxist. Eger li başur zihniyet û siyasetê de, kesayet û civakê de hinek guhertin çêbûbin, di vir de rolê heval Helmet mezin û divê bê dîtin.

Nêzîkatiya heval Helmet ya ji bo Rêber Apo pir xurt bû. Ji ber ku famkiribû xeta rêber Apo, pêşdixe û dibe bersiv. Dervey vê xetê ew rêxistinê ku heyî sazî û partiyên ku heyî pirsgirêka gelê Kurd çareser nake. Ji bo vê di rastiya Rêber Apo de, di her alî de xwe kur dikir. Ti caran sînorek ji bo xwe çênedikir. Hertim di xwest hîn zêdetir xwe pêşbixe û hêza çareseriyê di xwe de çêbike. Ji bo wê jî lêkolîn bo xwe bingeh werdigirt. Her tim li ser dîrok û çanda gelê Kurd lêkolîn pêşdixist. Ji ber ku dît, aliyê Rêber Apo yê dîrokî, Kurdîtî û çanda Kurd pir xurte. Ji ber ku dixwest xeta Rêber Apo li Başûr bimeşîne, Rêber Apo ji bo xwe bingeh digirt.

‘HEVALÊ HELMET ASTENGÎ NAS NEDIKIR’

Dema ku heval Helmet hat gel Rêber Apo nêzîkbûna Rêber Apo ya ji bo nirxan dît. Heval Helmet dît ku Rêber Apo nirxan çawa diparêze, çawa mezin dike, çawa nirxê nû ava dike. Çawa pêşdixe, vane hemû dîtibû. Ji bo vê nirx avakirin bo xwe bingeh girtibû. Di heval Helmet de cesaret, coş û baweriyek mezin hebû. Tirs çiye zêde nasnedikir. Zehemtî û asteng, ji bo xwe dikir raya çareseriyê. Ji ber ku xeta Rêber Apo de nezanebûn sedema zanabûnê ye. Heval Helmet dît ku Rêber Apo çawa nêzî hevalan dibe, ew yek ji bo xwe bingeh wergirtibû. Ji ber ku Rêber Apo hertim bi hevalên nû dihatin re nîqaş dikir, ruh û serê wan mezin dikir. Di wan de kesayeteke serbixwe, pêşdixist. Heval Helmet jî vê nêzîkbûnê ji xwe re bingeh digirt. Dizanibû ku serkeftina wî, di serkeftina heval û gelê wî de derbaz dibû. Ji bo wê jî hertim hevalê gel xwe zana dikir, pêşdixist. Ticaran şaşitî û kêmasî qebûl nedikir. Şaşitî û kêmasî di hevalê xwe de rakirin pêşdixist. Ew pêşxistina xwe didît. Taybetmendiyek din yê hevalê Helmet jî ew bû ku weke rewşenbîran bû. Hertim lêkolîn dikir, zanabuna xwe pêşdixist. Bi taybet jî li ser dîrok, çand disekinî . Di wî alî de kûrbûnek di xwe de çêdikir.

Heta ew yek kir pirtûk jî, niha ciwan û gelê me dixwîne. Li gel Rêber Apo hevaltî taybetmendiyek partîbûnê bû, heval Helmet jî ev yek ji bo xwe xwe esas girtibû. Yanî hevaltî mezin jiyan kirin û dayîna jiyankirin ji bo kiribû taybetmendiyek girîng. Ji bo wê rêzdariyê ji hevalê xwe re digirt. Rakirina şaştiyan dikir hedef. Pêşketin û serkeftina wan weke serkeftina xwe didît. Dîsa heval Helmet azadiya jin bingeh digirt.

‘XWEDÎ TAYBETMENDIYA RÊBER APO Û PKK’Ê BÛ’

Ji ber ku hemû azadî, di azadiya jin de derbaz dibe. Eger azadiya jin neyê bingeh girtin mirov ji bo azadiyê çibike jî, mirov wê nekaribe bigihe encamê. Ev jî taybetmendiyek partîbûnê yê bingehîn bû. Heval Helmet di zanî ji bo çi gelê me li Başûr ewqas êş û bedel daye. Lê armanca wan ya azadî û demokrasiyê pêknehatiye, ji ber ku ji bo xwe azadiya jin nekiribûn bingehek. Li ser wê yekê têkoşîna azadiyê pêşneketiye û pir lewaz maye. Heval Helmet vê yekê dîtibû, ji bo wê jî azadiya jin ji bo xwe bingeh girtibû.

Ez dikarim bêjim heval Helmet xwedî taybetmendiya Rêber Apo û PKK’ê bû. Ji bo wê kesayetek gelerî bû. Dizanî çawa wê nêzî bibe, çawa êşa gel di mejî û ruyê xwe de jiyan bike. Ji bo wê hertim rêzdarî û perwerdekirina gel ji bo xwe dikir hedef.

Beriya ku heval Helmet şehîd bikeve, çû Başûr di nava gel de gelek civîn çêkir. Roja ku şehîd ket jî bi pêşmergeyên dêrîn ku hatibûn Qendîlê re civiya. Heval Helmet wana oxir kir û piştre jî hate şehîd xistin.

‘DESTÊ SÎXÛRAN DI ŞEHÎDBÛNA HEVAL HELMET DE HEYE’

Di şehadeta heval Helmet de destê sîxûrên herêmê hene. Ev kesane bi MÎTA Tirkan re kar dikin. Bihevre komkujiya heval Helmet pêkanîn. Ji ber ku heval Helmet di konseya serokatiyê de cih digirt û kesayetek mezin bû. Rolek mezin ji bo Kurdistanê dilîzî. Yên ku li Başûr siyasetê dikin, zihniyet û siyaseta heval Helmet li tevahî Kurdistanê û beşa Başûr pêşdixist ji bo xwe xeter dîtin. ji bo wê jî gelek welatparêz û şoreşger ji holê rakirin. Heval Helmet jî şehîd xistin.

‘NÛNERÊ XETA ŞEHÎDAN TEMSÎL DIKIR’

Hevalê Helmet xeta ku Dr. Sîrwan û Viyan Soranan li Başûr pêşxistî, ji bo xwe bingeh digirt. Ew xeta azadî û demokrasî ku Rêber Apo temsîl dikir bû. Heval Helmet wan şehîdan temsîl dikir.Wate dida şehîdên di têkoşîna Başûr de şehîd bûyîn. Heval Helmet dixwest welatparêziya li Başûr li ser xeta Rêber Apo xurt biki. Dixwest êş û bedela gelê meyê Başûr kişandî, bigihîne hedefê. Ji bo wê heval Helmet hem rastiya Rêber Apo, hem jî rastiya şehîdên Kurdistanê temsîl dikir. Di wê têkoşînê de hate qetil kirin. Weke hevalên Helmet, emê xeta ku heval Helmet li Başûrê Kurdistanê meşandî, bimeşînin. Ev ji bo me deyneke. Emê vî deynî bidin, lazime gelê me vê yekê baş bizane. Soza ku me dayî hemû şehîdan, emê pêkbînin.”