Baxçeyên Hewselê û bircên Amedê dikeve ‘Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di xeteriyê de ne’

UNESCO’yê pêşniyar kir ku bircên bajarê Amedê û Baxçeyên Hewselê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hilweşandin, bikeve nava “Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de ne.”

Bircên bajarên Amedê û Baxçeyên Hewselê yên ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin xistin "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de." UNESCO'yê bi lêkolîna birc û avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê ku gelek avahiyên qeydkirî di bin navê "îmarê" de hatin xerakirin û li şûna wan betonarme hate lêkirin, UNESCO'yê pêşnûmeya biryarê ya li ser bircên bajêr û Baxçeyên Hewselê amade kir. 

Di raporê de ku behsa wêrankirinên hatine tê kirin, hat destnîşankirin ku divê birc û baxçeyên Hewselê bi "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de" were parastin.

Biryara ku hê jî pêşnûme ye, tê payîn ku di civîna Navenda Mîrateya Çandê ya ku dê di 9'ê Îlonê de li Riyada paytexta Erebîstana Siûdî bê lidarxistin, teqez bibe.