Başûrê Rojhilatê DYE’yê di bin avê de ma

Ji ber bahoza Sally a li Başûrê Rojhilatê DYE’yê lehiyeke mezin çêbû, elektrîka 510 hezar malan qut bû.

Bahoza Sallyê êvara Çarşemê li eyaleta Alabama û bakurê rojavayê Florîdayê da. Li her du herêman elektrîka 510 hezar malan qut bû, kesek mir.

Leza bahozê kêm bû lê baran didome.

Li ser medyaya dîjîtal hin dîmen hatin weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku li bajarê Pensacolayê ya li bakurê rojava ye, kolan di bin avê de mane.

Ji serê meha Îlonê ve li ser atlantîkê bi hev re pênc bahoz rabû. Ji sala 1971’an û vir ve ev wekî rekorekê xuya dike.

Li gorî zanyaran bi germbûna okyanûsan wê bahoz zêdetir bibin.