Bandora qirêjahiya ji ber şewatê li ser welatên xizan bêhtir e

Li gor lêkolînekê ku di kovara Nature de hat weşandin, bandora qirêjahiya hewayê ya ji ber agirê bi daristanan dikeve li ser welatên xizan bêhtir e.

Li gor lêkolînekê ku roja Çarşemiyê hat weşandin, parzemîna Efrîkayê ye ku herî pir bandora qirêjahiyê li ser çê bûye, ji ber agirê salên 2010-2019’an bi daristan û cihan ketiye, her sal 35 roj û nîv partîkulan bi zirar çêdibin.

Lêkolîneran ji bo partîkulerên navbera salên 2000- 2019’an ên ji ber qirêjahiya agir bipîvîn û nirxandina konsantrasyonên ozonê bikin jîriya çêkirî û teknîka modelkirina kompîturê bi kar anîne.

Li gor vedîtinên ku bi dest xistine, welatên ku bandora qirêjahiya ji ber agir li ser wan çê bûye; Angola, Komara Kongo ya Demokratîk, Zambiya, Kongo-Brazavîlle û Gabon e.

Piştî Efrîkaya Navîn welatên salên 2000 – 2019’an ji ber qirêjahiya ji ber şewatê herî pir bandor li ser wan çê bûye Başûrêrojhilatê Asyayê, Başûrê Emerîkayê û Sîbîrya ye.

Li gor lêkolînê qirêjahiya ji ber agir li gor deh salên beriya 2010-2019’an ji sedî heft zêde bûye.

Her wiha li gor standardên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) gelek bajarên welatên dewlemend pir qirêj in. Li gor raporê sedem trajîk, germkirin û fabrîka ne.