Bandora germahiya global li ser bazara wesayitan cihê fikaran e

Armanca Yekîtiya Ewropayê ya kêmkirina karbondîoksîtê bi rêjeya 55 ji sedî, ji ber bandora xwe ya li sektora wesayitan bûye cihê nîqaşan. Hilberînerên wesayitan bi fikar in ku bazar bikeve destê hevrikên wan ên li parzemînên cuda.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von der Leyen wê îro li Parlamenta Ewropayê li ser rewşa yekîtiyê biaxive û armancên nû yên li ser avhewayê zelal bike.

Di Civîna Bilind a Avhewayê COP21 de ku sala 2015'an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate lidarxistin, li hev hate kirin ku heta dawiya vê sedsalê germahî herî zêde di asta 1.5 heta 2 pileyî de bê hiştin. Ji bo vê jî germahiya sala 1880'î ku yekemcar hingî hate pîvandin, weke pîvan hate destnîşankirin. Eger ev armanc neyê biserxistin, ji ber zêdebûna germahiyê bide ku felaketên mezin ên avhewayê rû bidin.

Li gorî biryara Yekîtiya Ewropayê ya ku beriya niha hatibû dayin, belavkirina karbondîoksîtê heta sala 2030'î divê bi rêjeya 40 ji sedî ji asta sala 1990'î bê kêmkirin. Lê belê di axaftina îro ya Ûrsûla von der Leyen de tê payin ku ev armanc bigihêje heta 50-55 ji sedî. Ev yek jî li nava gelek sektorên Yekîtiya Ewropayê bûye cihê nîqaşê.

SEKTORA WESAYITAN DI HEDEFÊ DE YE

Li şûna wesayitên bi sotemeniya fosîl yanî bi dîzel an jî benzînê dixebitin, bi giranî wesayitên bi elektrîkê, yan jî yyên hîbrîd ku hem bi elektrîkê hem jî di rewşeke pêwîste bi sotemeniya fosîl dixebite, bêhtir derdikevin pêş.

Lê belê hêza kar a vê sektorê ji salên 1990'î ve li parzemînên cuda hatiye belavkirin, lewma tê zanîn ku sektor ji wesayitên bi enerjiya paqij re bi temamî ne amade ye. Niha bûye mijara nîqaşê ku armancên Yekîtiya Ewropayê yên li ser kêmkirina germahiya global wê di kîjan astê de bandorê li vê sektorê bike. Sektora wesayitan ku ji ber krîza Covîd-19 derbeke giran xwar, par jî li ser mijara avhewayê zext li Yekîtiya Ewropayê kiribû. Li şûna ku belavkirina karbondîoksîtê heta sala 2030'an bi rêjeya 40 ji sedî bê kêmkirin, bi zexta sektora wesayitan a Elman û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, armanceke pratîkî ya 37.5 ji sedî hatibû destnîşankirin.

FIKAR HEYE KU BAZAR BIKEVE DESTÊ PARZEMÎNÊN CUDA

Sektora wesayitan ku ji armancên Yekîtiya Ewropayê nerazî ye, bi fikar e ku armancên li ser germahiya global wê bandoreke yekser li wan bike û para xwe ya bazarê ji dest bide. Ji xwe Ewropa di mijara wesayitên ku bi elektrîkê dixebitin de, hîn gelekî li paş e.

Tevî fîrmaya Tesla ya DYE'yê, gelek şîrketên li derveyî Ewopayê di vê mijarê de razemeniya xwe zêde kirine. Çîn, Koreya Başûr, Japonya û gelek welatên di mijara wesayitan de li paş mane, di vê mijarê de derketine pêş. Di rewşeke wiha de hilberînerên li Ewropayê ku zêdeyî sed sal in pêşengiyê ji wesayitan re dikin, dibe ku hîn bêhtir winda bikin.

Lê belê heta ku wesayitên bi elektrîkê dixebitin bi temamî belav nebin, xuya ye adaptasyona li armancên germahiya global wê nehêsan be.