Arkeologên zanîngeha Munsterê ya Elmanyayê ji sala 2001'ê û vir ve li bajarê kevanere Dulukê dikolin. Ev bajarê antîk bi 10 kîlometreyan li bakurê rojava yê Dîlokê ye. Pêşengê tîma arkeologan Prof. Dr. Engelbert Wînter li Munsterê daxuyaniyek da û got, karê wan ê kolandinê li ber qedandinê ye.
Prof. Dr. Wînter diyar kir, li vî bajarê ku di salên 300'ê yên Beriya Zayinê de çêbû û navê xwe yê din Dolîche ye, şopên hemameke mezin a ji sedsala sêyemîn a Piştî Zayinê hatiye çêkirin û Bazîlîka ji serdema destpêkê ya Xiristiyaniyê maye, hatine dîtin. Li gorî zanyarê Elman, mozaîkeke ji ber hemamê maye, hatiye dîtin.
Tê gotin, hemama ku li cihekî ji 2 hezar metreçargoşeyî hatiye çêkirin, ne kêmî avahiyên serdema modern e. Hate eşkerekirin, hemama ku birkeke wê ya avjeniyê ya ji dema Romayê maye heye, xwedî sîstemekê ye ku ji binî ve tê germkirin. Hemam heta sedsala çaran ji aliyê gelê herêmê ve dihate bikaranîn.
Tê texmînkirin ku bazîlîkaya hatiye kifşkirin jî di sedsala heftan de ji ber erdhejekê xera bûye. Prof. Dr. Engelbert Wînter diyar kir, Duluk ji aliyê çandî, siyasî û olî ve navendeke girîng e û got, ji par û vir ve ew giraniyê didin ser herêmên cîranê vê navendê. Zanyarê Elman anî ziman, Duluk navendeke ku pêwendiya xwe bi herêmên li bakurê Sûriyeyê heye.
Di encama lêkolînên heta niha de, li Dulukê 2006 berhemên dîrokî hatin dîtin. Cihê vî bajarê antîk di dîrokê de balkêş e. Bajar di serdema antîk de li cihekî nêzî rêyên girîng ên bazirganiyê hatiye çêkirin. Li vê derê şopên Qraliyetên Mezopotamya, Sûriye û Pers, şaristaniyên berê yên Yewnan û Roma hene.
Bajar bi dorê kete destê Hîtîtan, Medan, Asûran, Persan û Skenderê Mezin. Her wiha şopên herî kevn ên matematîkê li vî bajarî hatin dîtin. Navekî xwe yê din Dolîche ye ku weke welatê xwedayê Jûpîter Dolîchenûs tê qebûlkirin.