Bahoza tozê jiyana Iraqê da sekinandin

Iraq carek din jî bi bahoza tozê re rû bi rû ma. Gelek bajar di bin tozê de ma, seferên balafirgehan û karên saziyan hatin ber sekinandinê.

Iraq di meha Nîsanê de di nava çend hefteyan de herî kêm 9 caran bi bahoza tozê re rû bi rû ma. 

Ji ber ku ewrekî tozê li ser paytext Bexdayê çêbû, kolan vala bûn.

Serokwezîr Mustafa El Kazimî, ferman da ku ji bilî saziyên tendurîstî û ewlehiyê li saziyên din ên giştî xebat bên rawestandin.

Balefirgeha Bexdayê ji ber dûrahiya dîtinê di bin 10 metreyan de ye çûn û hatin da sekinandin.

Heman rewş, balafirgeha navneteweyî yê Necefê li başûr û balafirgehên Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê ji rû da.

Di hefteyên dawîn de,  ji ber heman sedemê gelek caran balafirgeh hatin girtin

Weke bahozên tozê yên berê jî, gelek mirov ji ber sedema bêhntenfiyê çûn nexweşxaneyan.

ÇAVKANIYÊN AVÊ WÊ BIMIÇIQIN

Rayedarên Iraqê radigîhînin ku, Iraq yek ji pênc welatan e ku li dijî bandorên beyaban û germahiya kurewî di rîskê de ye.

Hişkesalî her ku diçe zêdetir dibe û rojên germahiya zêde li ser hev dikare li ser 40 pileyî bimîne. Li gorî Banka cîhanî, Iraq dikare heta sala 2050 ji sedî 20 ji çavkaniyên avê winda bike.

HEJMARA ROJÊN BI TOZ DIBE KU BIBE 300 ROJ

Li gorî ajansa INA,  berpirsekî payebilind a wezareta hawirdorpareziyê hişyarî da ku di nava 20 salên bê de 272 rojên toz bên jiyîn û hejmara rojên tozê di sala 2050’an de heta bibe 300 roj.

BEYABANBÛN

Li gorî Serok Berhem Saleh, erkdar li dijî têkoşîna vî tiştî “avakirina daristanên ku weke erka perdeya bayê dibîne”  pêşniyar dikin. Saleh Berhem bal dikşîne ku beyaban bûn bandorê ji sedî 39 a rûbera giştî ya welat dike.