'Avhewa naguhere, tine dibe'

Biyolojîstê Swîsreyî Raphael Arlettaz bal kişand ser germahiya zêde ya mehên zivistanê û hişyarî da ku ev yek nîşaneya 'tinekirina avhewayê' ye.

Li gorî daneyên Meteosûîsse ku saziyeke meteorolojiyê ya Swîsreyê ye, îsal germahiya giştî ya li welêt di ser 0 pileyî re bû, ku ev asta germahiyê kêmcaran hatiye dîtin. Li gorî vê yekê, di navbera mehên Kanûn û Sibatê de rêjeya navîn a germahiyê derdora 0,7 pile bû. Eger li gorî germahiya rojên dawî rewş bê nirxandin, hingî zehmet e ku asta germahiyê heta dawiya vê mehê kêm bibe.

Mijara herî girîng a ku di daneyên meteosûîsseyê de tê destnîşankirin ew e, ku germahiya di ser 0'ê re ye, ku mehên zivistanê kêm caran tê dîtin. Ji sala 1864'an dema destpêkirina pîvandina germahiyê û vir ve tenê 4 caran germahiya mehên zivistanê bi giştî 0 pile derbas kiriye. Zêdebûna germahiyê jî di 30 salên dawî de pêk hat.

'NÎŞANEYA TINEKIRINA AVHEWAYÊ YE'

Ji profesorên biyolojiyê yên Zanîngeha Bernê Raphael Arlettaz ji qenala RTS re axivî û anî ziman ku tevî zivistanê jî li Swîsreyê germahî zêde bûye. Arlettaz got, "Ev yek nîşaneya tinekirina avhewayê ye" û diyar kir, heta niha kêm caran û bi rengekî demkî hatiye dîtin ku di mehên zivistanê de hewa mîna biharê ye. Arlettaz got, "Lê belê rewşa li vê derê serûbinbûna bi lez e ku her roj zêde dibe."

Arlettaz bal kişand ser bandora mayinde ya germahiya global û hin guhertinên li jiyana xwezayî ya li Swîsreyê mînak nîşan da.

'AVHEWA NAGUHERE, AVHEWA TINE DIBE'

Raphael Arlettaz destnîşan kir ku guhertina ji ber germahiya global li tevahiya cîhanê dibe divê êdî bi gotina "guhertina avhewayê" neyê pênasekirin û got, "Pêwîste êdî gotinên rast bên bikaranîn: Em avhewaya gerstêrka xwe tine dikin."

Arlettaz destnîşan kir ku di qonaxên tinekirina avhewayê de wê gelek zindî hêdî hêdî tine bibin û di nava wan de zindiyên ku hînî hewa sar a Alpê bûne hene. Her wiha gelek kêzik wê ji dema asayî zûtir derkevin nava xwezayê.

Arlettaz anî ziman ku ji ber germahiyê hewa biharê zû hatiye.