Ava paqij bi destê sê milyar mirovî nakeve

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li qada navneteweyî, zêdeyî sê milyar mirov nikarin bi hêsanî xwe bigihînin çavkaniyên avê.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) rezervên ava paqij ên bi destê mirovan dikevin li gorî 20 sal beriya niha nîv bi nîvî kêm bûne.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) daxuyaniyek li ser mijarê da û destnîşan kir ku 1.5 milyar mirov di asteke cidî de pirsigrêka avê dikişînin. 3 milyar mirov jî nikarin bi hêsanî xwe bigihînin ava vexwarinê.

Dîrektorê FAO'yê Qû Dongyû daxuyaniyek da û diyar kir ku eger di mijara pirsgirêka avê de tedbîr neyên girtin, li qada çandiniyê hilberîn wê gelekî kêm bibe û ev jî wê were wê wateyê ku bi milyaran mirov bikevin nava lepên birçîbûnê.

Li gorî daneyên rapora Xurek û Çandiniyê ya 2020'î a saziya navborî, zêdeyî 50 milyon mirovên li Efrîkaya Başûr di nava ziwatiyê de ne û çandiniya li herêmê jî ji ber vê yekê gelekî kêm bûye. Li tevahiya cîhanê ji sedî 14 ê zeviyên çandiniyê li ber ziwatiyê ne.

Çandiniya bi ava baranê ji sedî 60 ê tevahiya çandiniya li cîhanê ye. Yanî li gelek qadên çandiniyê ji bilî baranê çavkaniyeke xwe ya vê nîne. Ji ber bandora germahiya global, kêmbûna baranê bi taybetî bandor li hilberînerên çandiniyê yên li herêmê germ kiriye.

Saziyê destnîşan kir ku ji ber vê yekê depokirina avê, bikaranîna avê bi rengekî rast û têrker gelekî girîng e.

Saziyê diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ji bo pêşî li krîza xurekê ya gengaz bê girtin, tedbîrên xurt ên di hilberîna xurekê de gelekî girîng e û ragihand ku ewlekirina ava ji bo çandiniyê tê bikaranîn gava herî girîng e.