Atalan, cejna Çarşema Sor pîroz kir
Atalan got, "Di van rojên zor, zehmet, şer û berdêlên giran de, em hêvîdar in ku cejn wê hestên piştevanî û biratiyê xurt bikin."
Atalan got, "Di van rojên zor, zehmet, şer û berdêlên giran de, em hêvîdar in ku cejn wê hestên piştevanî û biratiyê xurt bikin."
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan der barê cejna civaka Êzidiyan Çarşema Sor de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Atalan cejn li civaka Êzidî ya berê xwe dide rojê û ewilî ji bo heftê û du miletan, dûre jî ji bo xwe dua dike, pîroz kir.
Atalan bibîr xist, ku cejna Çarşema Sor, bi hezaran salan e li erdnîgariya Mezopotamyayê di Çarşema destpêkê ya piştî 13'ê Nîsanê weke zindîbûna xwezayê û mizgîniya rojên bedew ên salên nû tê pîrozkirin. Atalan da xuyakirin, ku ji ber şer û komkujiyên diqewimin, Çarşema Sor li gorî wateya xwe nikare bê pîrozkirin û got, "Em di nava rojên zehmet û dilşewat de ne. Di van rojên zor, zehmet, şer û berdêlên giran de, em hêvîdar in ku cejn wê hestên piştevanî û biratiyê xurt bikin.
Em di demeke welê de ne, ku nasname tên înkarkirin, hewl tê dayîn werin tinekirin, mirov nikarin bi rengekî azad bi bawerî, çand û zimanê xwe yê dayikê bijîn.
Li hemberî vê yekê, daxwaza azadiyê, jiyana pirrengî û wekhev, xurtkirina demokrasiyê, bilindkirina asta jiyana însanî û edaletê, divê me li hev bicivîne.
Komkujiyên li pêş çavên cîhanê hatin kirin, sirgûn û herî dawî jî Fermana 73'an a li Şengalê di sala 2014'an de li civaka Êzidî rabû, nîşan didin ku çi bi serê Êzidiyan hatine û tên. Civaka Êzidî dixwaze bi rengekî azad bi baweriya xwe bijîn û bi ti awayî neyên redkirin. Bi hêviya ku cejnên pêş li Êzîdxanê, li Şengalê bi ruhê têkoşîna azadî û berxwedanê were pîrozkirin, ez Çarşema Sor ji dil pîroz dikim."