Aşê sed salî bûye hedefa defînegeran

Li navçeya Sûrê ya Amedê aşê avê yê dîrokî yê sed salî bûye cihê sergo û hedefa defînegeran.

Aşê avê di dîroka mirovatiyê de xwedî cihekî gelek girîng e. Dibe ku dîroka wê bi gel dîroka mirovahiyê re destpêkirîbe û heta 40 sal berî niha jî, dihate bikaranîn. Ji ber vê yekê di nav aşê avê de gelek hîs û raman û çîrokên dilşewat hatine jiyîn. Li navçeya Sûrê ya Amedê aşê Keşê jî aşê avê bûye û di herêmê gelek navdar bûye. Aşê Keşê li jêra birca Bizinan e û li aliyê wê yê rastê jî rêya Mêrdînê ya kevin derbas dibe. Ava Anzela ku ji kaniyên quntara çiyayê Qerejdaxê dizê, ji binê birca du derî û di taxa Îskenderpaşa û Dabakhaneyê diherike li ser aşê Keşê û Çemê Dîcleyê. Li derdora aşê Keşê dengê çivîkan tê û ti carê jî ev deng ji vê herêmê qut nabe. 

Aşê avê ku di demên borî de xwedî rol û barekî mezin bûn, niha li hemberî teknolojiyê tev têk çûne. Li navçeya Sûrê ya Amedê aşê avê yê dîrokî yê sed salî ku li gorî niştecih dibêjin, şûnwarekî Ermeniyan e û niha bûye cihê sergo û hedefa defînegeran. Aşê ku bi navê aşê avê yê Keşê tê zanîn ji ber kolana zêde kêmek maye ku aş hilweş e.

Li gorî nîştecihên herêmê dibêjin, "Aşê Keşê xwedî dîrokek gelek kevne û dîrokek a ji demê Ermeniyan maye. Aşê Keşê berê yê ermeniyan bû. Ermeniyên ku wê demê li vir bûn ev aş ava kirin. Lê piştî ku ermenî ji ser vê axê çûn ev berhemên wan li şûna wan ma. Berî 40 salan jî gund, navçe û bajarên derdor dihatin genimê xwe li vir dihêran. Berî 40 salan gelek aşên avê li Amedê hebûn, lê niha li herêmê ti aş nemaye. Ev dîroka kevnar niha jî bûye cihê sergo û hedefa degînegeran. Ji ber qirêjiya zêde ya li derdora aş ti kes nikare biçe aş û li wê dîroka kevnar binêre. Her wiha ji ber kolana zêde jî kêmek maye ku aşê dîrokî hilweşe."