'Artêşa Tirk, gelên Rûm û Ermenî avêtibû nava deryayê"

Herêma cihê Fûara Îzmîrê, wextekê taxeke Ermeniyan bû. Gelê Ermenî yê heta dawiya sala 1922'an li vir bû, piştî Şewata Mezin a roja 13'ê Îlonê destpê kir, neçar ma Îzmîrê biterikîne...

Herêma cihê Fûara Îzmîrê, wextekê taxeke Ermeniyan bû. Gelê Ermenî yê heta dawiya sala 1922'an li vir bû, piştî Şewata Mezin a roja 13'ê Îlonê destpê kir, neçar ma Îzmîrê biterikîne. Her wiha bi salane destaneke lehengiyê ya ne rast ku dibêje "leşkerên Tirk leşkerên Yewnan avêtin nava deryayê" tê bilêvkirin. Lê dema artêşa Tirk gihaşt Îzmîrê, artêşa Yewnan ji xwe Îzmîr terikandibû.

Gelê Ermenî, ku herçend biçûk e jî civakeke bi bandor a Xiristiyan e, heta dawiya sala 1922'an li Îzmîrê bû. Ermeniyên Îzmîrî, di 'tehcîra' sala 1915'an de bi saya Lîman Von Sanders û Walî Rahmî Beg, zêde neketin binê bandora vê. Lê belê cihê Şewata Mezin a di 13'ê Îlonê de destpê kir, Yahnots yanî taxa Ermeniyan bû. Ji bilî Îzmîr û Stenbolê li gelemperiya welêt ti Ermenî nemabûn. Bi şewatê re hebûna Ermeniyan a li vî bajarî jî bi dawî bû.

'BEŞEK JI ERMENIYÊN REVIYAN LI ÎZMÎRÊ BI CIH BÛN'

Serhildanên ku weke Îsyanên Celalî hatin binavkirin, li tevahiya Anatoliyê belav bûn û di demeke kurt de ketin rewşeke bi xwîn. Beşek ji Ermeniyan jî, rizgariya ji van îsyanan bi revê dîtin. Ji Nahcîvan, Karabag û Erîvanê, bi qasî hezar malbatên Ermenî gihaştin Îzmîrê. Di sedsala 17'an de hewldana avakirina artêşê ya Şah Abbas ê I. bû sedeme ku zarokên Gurcu, Ermenî û Çerkes weke dîlgirtiyan bibin Îranê. Beşek ji Ermeniyan jî li Îzmîrê bi cih bûn. Di sedsala 18'an de jî Sûltan I. Mahmût Han, di dema şerê giran ê Osmanî-Îran de, ji nava Aşdarak û Oşagan ên niha li nava sînorên Ermenîstanê ye û ji Enqereyê, bi qasî sê sed malbat kom kir û li Îzmîrê bi cih kir.

'BI ŞEWATA ÎZMÎRÊ RE TAXA ERMENIYAN TINE BÛ'

Di tevahiya sedsala 18'an de bi hilweşandina Îsfahan ji aliyê Afganan re, di sala 1722'an de ji Cûlfa Nû heta 1740'î, ji Nahcîvanê ber bi Îzmîrê ve koçên komî rû dan. Di sedsala 19'an de jî gelek malbatên ji Erzîrom, Tokat, Kayserî, Tîflîs, Bûrsa, Stenbol û Manîsa ji ber pirsgirêkên ewlekarî û debarê, li Îzmîrê bi cih bûn. Bi sedan sêwî û penaberên ji komkujiya Ermeniyan ên ji komkujiyên 1894-1896 ên li Anatoiyê û 1909 Edene rizgar bûn, xwe li Îzmîrê girtin. Li Îzmîrê gelek rêxistintbûyînên weke sêwîxane pêk hatin. Di şewata mezin a Îzmîrê ya sala 1845'an de, taxa Ermeniyan bi temamî tine bû. Ji 900 malan bi tenê 37 man. Kargeh, Dibistana Hirîpsîmyants û Dêra Sûrp Îsdepanos tevî arşîvên xwe şewitîn. Du mîmarên ji Stenbolê hatin şandin, taxa Ermeniyan bêyî ku sînorên milkiyetê li ber çavan bigirin ji nû ve bi rêk û pêk kirin û ji aliyê bajarvaniyê ve mora xwe danîn binê rewşeke nû. Ev pêvajo hemû dikare ji hewşa Dêra Îsdepanos û kevirên gorê yên li goristana Ermenî were fêmkirin.

DI ABORIYA ÎZMÎRÊ DE ROLEKE MEZIN LÎSTIN

Heta sala 1922'an li Îzmîrê 21 komeleyên perwerde, alîkarî, huner û sporê yên Ermeniyan hebûn. Di aboriya Îzmîrê de jî gelek şîrketên Ermenî yên biçûk, navîn û mezin bi bandor bûn. Dewlemendên weke Hovsep Çelebî Yûsûfyan, Krîkor Kûyûmcûyan û Birayên Îspartaliyan, manîfatoravanên weke Îspartliyan, Ekîzyan, Birayên Yesayan û şîrketa wan, Stepan-Dîrkan Îplîkçiyan, şîrketên pembo, genim, hijîr û mewîjan ên Elmasyan û Birayên Tavîtyan, di aboriya Îzmîrê de oleke mezin lîstin.

'JI ALIYÊ KOMÎTAVANÊN TIRK VE HAT ŞEWITANDIN'

Di daxuyaniyên fermî de tê gotin ku Îzmîr ji aliyê Ermenî û Rûman ve hatiye şewitandin. Lê belê piştî bi salan derket holê ku şewat ji aliyê komîtavanên Tirk ve hatiye derxistin. Dema vegotinên Îngilîz, Rûm û rûspiyên din ên bajêr, bajar ji aliyê 'bêserûber'an ve hatiye şewitandin û rêveberiya leşkerî jî çavên xwe li vê girtiye.

Piştî ku leşkerên nîzamî ketin Îzmîrê, nûnerên Kemalîst ji bo ziftkirina bajêr neketin nava ti hewldaneke bi biryar. Girtîgeh vala bûbûn û 'mirovên bêserûber' ji bo hin armancan Îzmîr dagirtibûn. Talan ji taxa Ermeniyan destpê kir û şewatê jî piştre destpê kir. Li gorî şahidên Îngilîz û yên din, di nava kesên ku şewat belav kir de leşkerên Tirk jî hebûn.

Der barê şewatê de du şîrove hene. Li gorî hin nêrîna, Kemalîst ji bo Îzmîrê bênîqaş bikin bajarekî Tirk, gihaşt wê baweriyê ku divê ev avahî û herêma bazirganiyê were şewitandin. Li gorî nêrîna din leşker ji bo xelatê bidin 'mirovên bêserûber' pêşî li talanê vekirin.

'ARTÊŞA TIRK NE LEŞKERÊN YEWNAN, GEL AVÊT NAVA DERYAYÊ'

Li Îzmîrê bi salane destaneke lehengiyê ya ne rast ku dibêje "leşkerên Tirk leşkerên Yewnan avêtin nava deryayê" tê bilêvkirin. Lê dema artêşa Tirk gihaşt Îzmîrê, artêşa Yewnan ji xwe Îzmîr terikandibû. Yên ku artêşê ew avêtin nava deryayê gelên Rûm û Ermenî bûn. Di dema şewatê de tevî Ruman bi sedan Ermenî hatin qetilkirin. Mal û milkên wan hatin talankirin. Yên karîbûn jiyana xwe rizgar bikin, li çar aliyên cîhanê belav bûn. Di destpêkê de berê xwe dan Yewnanîstanê, dûre dest bi rêwîtiya Ewropa û Amerîkayê kirin. Beşek jê li Beyrûd, SÛriye û Ermenîstanê bi cih bûn.

'QADA FÛARÊ TAXA ERMENIYAN; HATNOTS E'

Qada ku piştî trajediyê weke Fûara Enternasyonal a Îzmîrê hat binavkirin, bû hişê piştî avabûna komarê. Ev fûara ku malovaniyê ji gelek çalakiyan re dike, bêyî ku haya xwe ji xwediyên xwe yên berê hebe, mêvanan vedihewîne. Li fûara ku darên mezin lê hene, rewşeke din a balê dikişîne nivîsên "Ne Mûtlû Turkum diyene-Çi bextewariye mirov ji xwe re bêje ez Tirk im" û "Bîr Turk dunyaya bedeldîr-Tirkek bi kêrî tevahiya cîhanê tê" e. Serê her gavê jî peykerê Ataturk heye.

...