Arjantîn firotina genimê OGG'ê dike qanûn

Di demekê de ku li cîhanê nêzîkatî û berpirsyariya têkildarî zerarên berhemên ku genetîka xwe hatiye guhertin zêde bûye, Arjantîn amadekariyan dike ku bibe welatê destpêkê ku genimê bi vî cûreyî bifiroşe.

Organîzmayên Genetîka xwe hatiye Guhertin (OGG) ji ber zerarên xwe li gelek welatan ya tên qedexekirin, ya jî di asteke sînordar de destûr tê dayin ku bên bikaranîn. Li gelek welatan mecbûrî ye ku li ser berhemên çandiniyê etîketên 'Ne OGG ye' bê zeliqandin.

Ji Arjantînê daxuyaniyhek hate dayin û hate ragihandin ku destûr ji firotina genimê bi OGG re tê dayin. Biryara li ser firotina vî cûreyî ku HB4 jê re tê gotin û tê îdîakirin ku li dijî ziwatiyê xurt e, ji aliyê Konseya Teknolojiyê û Zanistiyên Neteweyî (Conîcet) a ser bi hikumetê ve hate ragihandin.

Cûreyê HB4 ku bi karekî hevpar ê şîrketa Bîoceres û Zanîngeha Neteweyî ya Lîtoralê ve hate afirandin, weke 'çareseriya alternatîf' a li çandiniya genim a klasîk ku dikeve bin bandora avhewayê, hate nîşandan.

Ji bo ku Arjantîn karibe vî genimî bifiroşe pêwîstî bi pejirandina Brezîlyayê heye ku Brezîlya yek ji muşteriyên bingehîn ên Arjantînê ye. Arjantîn 40 ji sedî yê bazirganiya firotina genim ji Brezîlyayê re dike. Endonezya, Şîlî û Kenya jî ji welatên din ên girîng ên muşteriyên Arjantînê ne.