Arjantin cihên berhemanîna masiyên Somon qedexe dike

Arjantînê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan cihê berhemanîna masiya cûreya Somon qedexe kiriye.

Rayedarên Arjantînî bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan di cîhanê de yekemîn biyar girtiye û cihên berhemanîna masiya Somon qedexe kir.

Rojnameya Pagîna 12 nivîsand ku meclîsa destûrî ya komgravên Tîerra del Fûego yên Arjantîn bi Şîlî’yê re parvekirî qedexekirina berhemanîna masiyên Somon ya li eyaletê erê kiriye.

Tîerra del Fûego ku dikeve Başûrê parzemîna Emerîkayê, komgravek ya Şîlî-Arjantînê ye ku dikeve Patagonyaya Arjantînê. Greenpeaceyê biryar silav kir û got: “Ev biryar di têkoşîna parastina ekosîstemên behrê de ‘gavekî mezin’ e.”

Berdevkê kampanya oqyanûsê ya Greenpeace Estefania Gonzalez bal kişande ser vê yekê ku li qadên Kanala Beagle ku ji aliyê Şîlî ve tê parastin jî berhemanîna masiyên Somon zêde dibe.

Di daxuyaniya Greanpeace de hatiye gotin ku rêxistinên ekolojî piştgirî didin vê yasaya ku li Arjantînê hatî erêkirin û wiha dibêje: “Li Arjantînê destpê dike. Heya niha rastê şopa mijarekê ku di asta cîhan û netewî de ekosîsteman ji van zirarên endûstrî biparêze nehatiye.”

Estefania Gonzalez ragihand ku berhemanîna masiyên Somon ji bo jîngehê karekî pir xeter e û dikare were rewşekê ku wegera wê ya paş nîne.

Her wiha bal hate kişandin ku berhemanîna masiyê Somon ji qirêjkirina kûrahiya behran bigre heya mirinên balînayan, gelek zirarên cidî dide eko sîstemê.

DI CÎHANÊ DE ŞÎLÎ DÛYEMÎN BERHEMHÊNERÊ MEZIN Ê MASIYA SOMON E

Di cîhanê de piştî Norveçê, Şîlî duyemîn berhemhênerê mezin ê masiya somon e. Li Şîlî’yê ku nufûsa wê 18 mîlyon e, hejmara kesên di vê sektorê de kar dikin 21 hezar kes e. Encax berhemanîna masiya somon dibe sedemê nexweşiyên mîna vîralî, bakterî û parazîter. Her wiha di eko sîstemê de bikaranîna antîbiyotîkan jî dibe sedema pirsgirêkên pir cidî.

Di meha Nîsanê de di 18 cihên berhemanîna masiya somon ên li Şîlî’yê de zêdetirî 4 hezar û 200 masî hatin xeniqîn. Bi zêdebûna şewba ku ji ber kêmbûna oksîjena di nav avê de pêşdikeve û dibe sedemê mirina masiyan, di heman demê de asta xeteriya rewşê nîşan dide.