Amadekariyên Newroza Mezin a Amedê bi dawî bû
Amadakariyên Newroza sibehê ya li Amedê wê bê lidarxistin bi dawî bû.
Amadakariyên Newroza sibehê ya li Amedê wê bê lidarxistin bi dawî bû.
Amadakariyên Newroza sibehê ya li Amedê wê bê lidarxistin bi dawî bû.
Ji bo pîrozbahiya Newroza sihebê ya li Parka Newrozê ya Amedê amadekariyên xemilandin û xebatên cuda qediyan. Weke her sal, gel îsal jî rojek beriya Newrozê ber bi qada Newrozê ve ketin rê.
Rexmê hemû hewldanên hikûmetê ya ku dibêjin ‘Neçin’ heyetên cuda yên navneteweyî ji bo piştgiriya gelê Kurd gihiştin Amedê. Di serî de li Faransa, Îtalya, Elmanya, Norveç, Bask û Katalonyayê û gelek welatên Ewropa kesên hatin hilbijartin, rêveberên xwecihî, rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan, rêxistinên ciwanan û aktivîst wê beşdarî Newroza Amedê bibin. Heyetên ku beriya 3 rojan hatin, saziyên civaka sivîl ên li Amedê û hilbijartiyên gel ziyaret kirin û têkildarî rewşa dawî agahî girtin.
Li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekar a Newrozê hatin girtin, heyetên ji 28 welatên cuda, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û şaredar li Amedê ne.
WÊ PAYAMA OCALAN WERE XWENDIN
Di pîrozbahiyê de, wê ji nirxandinên peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan peyamek were xwendin. Peyam, wê ji aliyê Berdevkê Heyeta Îmraliyê, Parlermenterê HDP’ê Sirri Sureya Onder ve bê xwendin.