AKP li Fransayê hat şermezarkirin

Li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kesan bi dirûşma, "Li hember binçavkirin, operasyonên bi xwîn û îzolasyona dewleta Tirk re bes e” meşek li dar xistin.

Bi banga Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F), Partiya Komunîst a Fransa, Partiya Çep, Partiya Antîkapîtalîst, ATÎK, ACTÎT, Tevgera Jinên Kurd, Konseya Ermeniyan, Tamîl Ellam, FEDA û CÎK’ê bi dirûşma, “Li hember binçavkirin, operasyonên bi xwîn û îzolasyona dewleta Tirk re bes e” Kurdistaniyan û tevgerên çep ên Fransî meşek li dar xistin.

Ji bo meşa di navbera Republique Chatelet de gelek Kurdistanî û tevgerên çep ên Fransî saet 16.00’an li Qada Republique kom bûn.

Di meşa bi sedan Kurdistanî, rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî, tevgerên çep ên Fransî beşdar bûn, girseya meşê saet 17.30’î gihişt Qada Chatelet. Li vir ji bo kesên di demên dawî de li Silopiya, Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Di peyama ku tevayî saziyan îmze kir, hat xwestin ku tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, operasyon bên rawestandin û operasyonên dawî yên li hember gelê Kurd bên bidawîkirin.

Hevserokê  KCD-E Murat Ceylan ê destpêkê axivî diyar kir ku li hember gelê Tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayeke şantajê tê şopandin û divê demldest dest ji vê siyaseta qetlîamker, şantaj û qirêj berdin.

Piştî Ceylan nûnerê MLKP’ê mafê axaftinê wergirt û got ku wê têkoşîna şoreşgerên li Tirkiyeyê li hember polîtîkayên zor û faşîzan nesekine.

Sylvîe Jan jî li ser navê Komeleya Piştevaniya Fransa Kurdistan axivî got: “Weke duh li hember hemû polîtîkayên zextê em ê li rex gelê Kurd bin”

Di axaftinên li ser navê Partiya Çep, Partiya Komunîst û NPA de jî hat xwestin ku tavilê operasyon bên bidawîkirin, ji Ocalan re azadî û muzakere tavile destpê bikin.

Çalakî saet 18.30'î piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.

...