Ajansa Swêd TT: Li Sûriyeyê ronesansa çanda Kurd tê jiyîn

Ajansa herî mezin a nûçeyan a Swêd TT, di nûçeyeke xwe de diyar kir ku li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê ronesanseke çandî ya Kurd tê jiyîn.

Ajansa herî mezin a nûçeyan a Swêd TT, di nûçeyeke xwe de diyar kir ku li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê ronesanseke çandî ya Kurd tê jiyîn.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li kantonên ku PYD û YPG’ê xweserî îlan kirin, lewhayên ku navên jîngehan li ser bi Kurdî hatine nivîsandin hene û şoforê taksiyê Vîan Khoûzy ê ji AFP’ê re axiviye, gotiye: “Xeyalek bû rastî.”

Di nûçeyê de tê gotin berê Kurdan li Sûriyeyê di aliyê ziman û çandî de xwesertiya xwe nikarîbûn bijîn û ev xisûs hat diyarkirin, "Niha PYD’ê razemenî li perwerdeya ziman kir û kanala televîzyonê ya yekemîn a bi Kurdî li Sûriyeyê vekir. Di heman demê de eleqeya ji bo çanda Kurd zêde dibe.”