AGÎF: Roja Kobanê ya Cîhanê em derkevin kolanan

Federasyona Koçber û Karkeran a Elmanya (AGÎF), têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

AGÎF, ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga derketina kolanan li gelan kir.  

Federasyona Koçber û Karkeran a Elmanya (AGÎF), têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev xisûs hatin diyarkirin: "Pêwîst e em serketina Kobanê û Şoreşa Rojava hembêz bikin. Ev pêwîstî cihên em lê ku wê bike şoreşgerî, li ku dibe bila bibe wê têkildarî têkçûna faşîzmê û her cure paşverûtiyê berxwedana me zêde bike. Şervanên kolanên Kobanê li DAIŞ’iyan teng kirin bi hezaran berdêl dan. Ev berdêla hevpar a hemû mirovatî û hêzên demokrat û şoreşger e. Di têkoşîna şoreşgerî de dayîna vê berdelê deynê stûyê hemû bindestên cîhane ye.”

'EM DERKEVIN KOLANAN XWEDÎ LI SERKETINÊ DERKEVIN'

AGÎF, di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi derketina kolanan re pêwîst e em tenê serketina Kobanê û Şoreşa Rojava neynin bîra xwe, hem şoreş û serketinê pîroz bikin hem jî têkildarî hesabê bê pirsîn divê em berpirsyartiyan bînin bîra xwe. Em bang li hemû gelên me dikin ku di 1’ê Mijdarê xwedî li Serketina Kobanê ya bi hezaran berdêlên wê hatin dayîn derkevin. Pêwîst e em derkevin kolanan, bi dirûşmên xwe bi mirovên em ê nû tevlî çalakiyan bikin şoreşê mezin bikin.”