Şîrketên mezin têkildarî armancên emîsyonê bang li YE'yê kirin

Rêveberên şîrketên mezin ên cîhanê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin ku dest ji armancên xwe yên kêmkirina emîsyona gaza bi bandora serayê bernede û armancên eşkere destnîşan bike.

Tê payin ku Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von der Leyeng sibe li Parlamenta Ewropayê armancên li xwe kêmkirina belavkirina gaza bi bandora serayê eşkere bike. Li gorî armancên heta niha hatine danîn, heta sala 2030'î tê xwestin ku bi rêjeya 40 ji sedî ji asta 1990'î bê kêmkirin. Dibe ku ev armanc bibe 55 ji sedî.

Zêdeyî 150 şîrketên naskirî yên cîhanê li ser mijarê nameyek weşandin û bang kirin ku ji bo kêmkirina gazên bi bandora serayê bi taybetî karbondîoksîtê, armanc bên destnîşan kirin. Di nameyê de girîngiya pêşîgirtina li bandora hilweşîner a gazên dibin sedema germahiya global hate ragihandin û hate xwestin ku bi kêmkirina emîyonê re armanca mezinbûna aborî bê diyarkirin.

Di nameyê de hate xwestin ku armanca ji bo kêmkirina emîsyonê bi rêjeya 55 ji sedî heta sala 2030'î bi rengekî eşkere bê destnîşankirin.

Di nava şîrketên ku mohra xwe danîne binê nameyê şîrketên Mîcrosoft, Îkea, Deûtsche Bank, Google, Apple, EDF, Ûnîlever û Sîgnîfy jî hene.