Şewata li Çala Guza mezin dibe

Zêdeyî 2 meh in xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bênavber tê talankirin. Şewata ku doh serê sibehê li qada Çala Guza destpê kir, belav dibe. Ji ber qedexeyê jî nikare bê vemirandin.

Li Şirnexê agirê ku di bin kontrola dewletê de bi daristanan tê xistin, dewam dike.

Ji meha Tîrmehê ve daristanên Şirnexê bi rêk û pêk têne şewitandin. Herî dawî daristana li nêzî gundê Cifaneyê hate şewitandin ku li Cûdî ye û bi 8 kîlometreyan dûrî navendê ye. Şewata ku doh serê sibehê destpê kir berfireh û mezin dibe.

Qada ku weke Çala Guza tê naskirin, weke herêma baregeha leşkerî hatiye ragihandin. Ketin û derketina ji vê herêmê jî tenê bi destûrê tê kirin. Tîmên arkujî û şaredariyê nikarin xwe bigihînin herêmê û şewatê vemirînin.