Şaredariya Binarê Qendîlê kewên ku hatibûn girtin berdan

Şaredariya Binarê Qendîlê kewên ku ji ber bomberdûman û êrîşên dagirkeriyê û şewata herêmê ji aliyê hinek kesan ve hatibû girtin, îro dubere berdan xwezayê.

Hevserokên Binarê Qendîlê Mihemed Hesen û Awaz Îsmaîl kewên ku ji aliyê kewgiran ve hatibûn girtin û qefeskirin, kom kirin û berdan xwezayê. Hevserokan anî ziman ku girtina kew û çûkên sirûştî karekî nemirovî ye. Hevşaredaran diyar kir ku li Binarê Qendîl ji bo kesên ku çûk û kewan digirin û zirarê didin çûkên xwezayê wê ceza bikin.

Hevaşredar Mihemed destnîşan kir ku ew wek şaredarî li gel parastina jîngehê ne û got: “Ji xwe rojane jîngeha devera em lê ne ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombe kirin û agir bi xwezaya wê dikeve. Li gel vê jî hinek kes hene ku tim hewl didin jîngeyê xira bikin.

Mihemet anî ziman ku ew weke Şaredariya Binarê Qendîlê di rêziknameya wan de qedexekirina nêçîra çûkan û girtina kew û çûkên din ên xwezayê heye û got: “Mixabin hinek kes hene ji bo bazirganiyê tên nêçîra çûkan û çûkên xwezayê digirin. Em jî li gorî distûrên heyî kesên bên girtin tên cezakirin.”