Îsal wek havîna herî germ a li Ewropayê hat tomarkirin

Li gor Copernîcûsa servîsa Ewropayê ku guherîna av û hewayê raçav dike, havîna sala 2022’yan bûye havîna herî germ a li Ewropayê.

Serdema navbera meha Hezîran-Tebaxê ku ji ber guherîna av û hewayê karesat zêde bûn, wek havîna herî germ li Ewropayê hat tomarkirin.

Li gor Copernîcûsê, germahiya navinc meha Tebaxê û hemû havîn di asta herî bilind de bûye, germahiya vê havînê ji meha Hezîran û Tîrmeha ya sala 2021’ê derbas kiriye.

Copernîcûsê da zanîn ku germahiya navinc a li parzemîna kevin, ji aliyê demsalî 1,34 pile bi ser germahiya navinc a salên 1991-2021’î ketiye.

Freya Vamborg a zanyarek ji zanyarên Copernîcûsê bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin ku ev havîn rêzepêlên germahiyê yên zêde, hişkesalî û şewatê derbas bûye.

Meha Tebaxê germahiya hewayê 1,72 pile bi ser germahiya navinc a 1991-2021’î ket.

Copernîcûsê her wiha diyar kir ku pêlên germ ên hewayê li başûrê rojavayê Ewropayê û navîn û rojhilatê Çînê di navbera meha Hezîran û Tebaxê de pir zêde bûne.