Êzidiyên li kampa Mîdyatê: Ji bîr kirin ku em mirov in!

Pirsgirêkên Êzidiyên xistine kampa Mîdyatê, ev 6 meh in nayên çareserkirin. Çareserî li aliyekî, pirsgirêk girantir dibin.

Pirsgirêkên Êzidiyên li kampa li navçeya Mîdyat a Mêrdînê hatine bicihkirin, roj bi roj giran dibin. Li vê kampê, ku zarok nikarin têr xwarinê bixwin, mirovan zivistan di binê konên havînê de li ber sobeyên bi ceyranê derbas kirin.

Êzidiyên ku derfetên dermankirinê bi destê wan nakeve dibêjin, "Ji bîr kirin ku em mirov in."

1.200 koçberên Êzidî, piştî ku 2.5 salan li Kampa Fîdanlik a navçeya Yenîşehîr Amedê man, dema ku qeyûm li ser Şaredariya Yenîşehîrê hate tayînkirin, bi zorê şandin kampa penaberan a li navçeya Mîdyat a Mêrdînê.

Pirsgirêkên Êzidiyên şandin vê kampa AFAD'ê hê di dema veguhastinê de dest pê kirin û roj bi roj zêde dibin. Ji bo çareserkirinê jî ti hewldan nîne.

Çend ji pirsgirêkên bingehîn ên li kampê ev in: kon bi têrkerî nîne, xizmeta tenduristiyê bi pereyan tê kirin, pitik û zarok nikarin têr xwarinê bixwin.

Êzidiyan zivistan di binê konên havînê de derbas kirin û hewl dan xwe bi sobeya elektrîkê germ bikin. Li kampê destûr nayê dayin ku sobeya êzing û komirê bê danîn. Li kampê bi qasî ku têrê bike betanî û nivîn nîne.

Li binê konekî carna 2 ya jî 3 malbat bi hev re dijîn. Paqijî bi qasî ku nîne, kêm e. Cihê ku destşuştin û tiwalet lê ye û cihê xwarin lê tê çêkirin, bi hev ve ne. Kon gelekî qelebalix in, lê malzemeyên paqijiyê kêm in.

Êzidî neçar dimînin, bi sempatîzanên komên weke DAIŞ'ê re bimînin. Êzidiyên ku di nava zor û zehmetiyê de ne, nikarin dengê xwe bidin bihîstin.

Penaberên Êzidî ku ji ber baweriya xwe cihêkarî li wan tê kirin, her tim zext li wan tê kirin û bi çavekî din li wan dinerin.

Ji ber şert û mercên nebaş ên li kampê, zarok û pitik zû nexweş dikevin. Zarokekî 8 salî yê li kampê dimîne, ji ber ku malbata wî nikare mesrefên tedawiyê bide, nikare emeliyat bibe.

Mirovên li kampê dimînin, ji bilî rojên Duşem û Sêşemê nikarin derkevin derve. AFAD'ê ev kamp li serdana rojnamevan û heyetên mafên mirovan bi temamî girtiye.

Di dema miayene û girtina dermên de, Êzidî neçar in 20 ji sedî yê heq bide.

Gelek malbat, ji ber nebûna derfetên madî, nikarin biçin doktor.

Ahmet Qasim ê 58 salî anî ziman, timî gefa avêtina ji kampê li wan tê xwarin û diyar kir, qertên pêwîstiyê yên ku li Amedê ji wan re hate dayin, hê jî radestî gelek malbatan nehatine kirin.

Qasim got, "Qet nebe, bi rêya wan me dikarîbû pêdiviyên xwe bi cih bînin. Li vê derê nedan gelek malbatan. Em jî li bendê ne. Xwarin û vexwarin gelekî kêm in. Gelek jin nikarin şîr bidin zarokên xwe. Ji ber nexweşî û birçîbûnê şîrê wan nîne. Pirsgirêka me ya herî mezin jî mayin ali jiyanê ye. Em êdî pirsgirêkên din ji nedîtî ve tên. Zarokên me nikarin bi têrkerî şîr vexwin. Gelek nexweş in."

'PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN ZAROKAN ME DITIRSÎNIN'

Qasim diyar kir, ji bilî rojên Duşem û Sêşemê destûr ji wan re nayê dayin ku ji kampê derkevin û wiha dewam kir: "Li Amedê, qet nebe min kaxiz, hesin dida hev û bi vî rengî dixebitîm. Li vê derê ew şensê me jî nîne. Li bine konan em 2 malbat bi 15 kesan dimînin. Neçar in bi pirsgirêkên qelebalixî, serma û germê re mijûl bibin. Xwarin kêm e û ne baş e. Di meha Remezanê de dixwazin miameleya 'bi rojî ne' il me bikin û xwarinê amade nekin. Em nikarin rewşê vebêjin, em ditirsin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên zarokan me hê bêhtir ditirsînin. Ti ji wan di emrê xwe de xuya nakin, pêşketina wan sekinî ye."

'EM DIXWAZIN BIXEBITIN Û NEBIN HEWCEDARÊ WAN'

Qasim got, "Li şûna ku li derve bimînin, em qebûl dikin ku vê zor û zehmetiyê bikişînin" û wiha dewam kir:

"Heta ku rewşa me gelekî giran nebe, em naçin nexweşxaneyê. Ti hatiya me nîne, tenê ew qerta pêwîstiyê ya kampê ye. Bila werin bi xwe bibînin, bê ev qert têra çi dike. Dema ku vê derê ji kontrolê re vedikin, hingî didin ser hev. Ji bilî wê tiştekî nakin. Ne dihêlin em biçin dawetekê, ne jî merasîmeke cenaze. Ji ber ku bi têrkerî destûr nayê dayin, em nikarin biçin xizmên xwe bibînin. Ji bîr kirine ku em mirov in. Em dixwazin bi serbestî derkevin derve û bixebitin. Dixwazin me mehkûmî xwe bikin û hewcedar bikin."

'JIN JÎ NEXWEŞ IN'

Qasim anî ziman, jin û zarok gelekî zehmetiyan dikişînin û diyar kir, gelek jin ji ber ku derfetên tedawiyê nîne nikarin nexweşiyên xwe jî bêjin. Qasim got, "Gelek jin nexweş in. Bar hemû li ser milê wan e. Zarok nikarin bên xwedîkirin. Li cihên gemarî dilîzin. Ne tiwalet heye, ne jî ji bo wan dibistan. Herî zêde zehmetî li wan dibe. Nexweş dikevin."