Çiyayên Dersimê bi Guldexwînan xemilî

Guldexwîn ku bi qasî mehekê şîn dimînin, çiyayên Dersimê xemilandin.

Li gundê Agdat ê navçeya Pulur a Dersimê, Guldexwînên li Çiyayê Sûltanê şîn bûn, herêm xemilandin.

Guldexwîn ku nîşaneya xemgîniyê ya çiyê ye her wiha bi navê "Şilêr" jî tê naskirin.

Mirovên ku dixwazin vê kulîlka bedew bibînin, bi saet û nîvekê dimeşin. Guldexwîn bi qasî mehekê dimîne û li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê şîn dibe.

Guldexwîn ji 80 cm heta 120 cm'î dirêj dibe. Guldexwîn kulîlkeke bê bêhn e û zêdeyî 200 cûreyên xwe hene. li Tirkiyeyê 43 cûreyên xwe hene û 20 jê jî endemîk e. Guldexwîna li Dersimê şîn dibe yek ji cûreyên endemîk e. Ji bilî Dersimê li gelek bajarên Kurdistanê şîn dibe.

Li gorî ol û baweriyan, çîroka Guldexwînê wiha ye:

Di Xiristiyaniyê de tê gotin: Dema ku Hz. Îsa li çarmixê tê xistin, rondikên ji çavên Dayik Meryem bariyan, bûn ava di nava Guldexwînê de.

Di baweriya Asûriyan de jî tê gotin, Guldexwîn bi şev avê kom dike, sibehê jî wê avê ji koka xwe berdide jêrê, lewma jî weke 'Bûka digirî' tê pênaskirin û pîroz tê dîtin.

Li gorî rîwateyeke din, Hz. Huseyîn dema li Kerbelayê tê şehîdxistin, ji ber ku dayika wî rondikan dibarîne bejna kulîlkê tewandî ye û rengê wê jî sor e.