Çîroka darên gûzê

Çîrokeke gûzê... Gundî xwe dispêrin van darên gûzê yên dîrokî. Nav û cûreyê her yekî ji wan heye. Bi giranî li gorî dijwariya wan nav lê hatiye kirin.

Gundên ku koçberî dîtine, hatine şewitandin her demsalê bi gundiyên xwe şa dibin. Yek ji van gundan jî gundê Onexê yê li navçeya Tetwan a Bedlîsê ye. Gund payîzê rengîn e.

Gundiyên ku biharê çandinî kirin niha sûdê jê werdigirin. Firingî, îsot, xiyar ji xwe hene, lê gundî pişta xwe dispêrin darên gûzê yên li ser xakeke dîrokî.

Nav û cûreyekê her gûzekê heye. Bi giranî li gorî dijwariya wan nav lê hatiye kirin.

Ji gundiyan Şukran Erbaş a 65 salî dibêje, "Ez bûm bûka vî gundî. Li gundê me jî navê li daran dikin. Navê çiya, deşt û çemên gundê me hî hene. Navê vê dara gûzê ya ku em ê biçin hevdana gûzan, Nazê ye. Dareke gelekî nazdar e. Lewma ev nav lê kirine. Ev zevî jî yê xwediyê darê ye."

Gundî nikarin hilkişin ser vê dara gulî û bejna wê zirav. Bang li kedkarên li gundê derdorê yan jî yên li Xîzanê dikin ku di vê mijarê de xwedî tecrûbe ne û ji vî karî pere qezenç dikin. Yên ku vî karî dikin her sal qezayên metirsîdar tên serê wan; hinek jê ji darê dikevin, dest û lingê wan dişikên.

Ahmet Bayar li ber darên gûzê ye. Dibêje, "Di zarokatiyê de jî me ev kar dikir. Rojê 300 TL qezenç dikin, lê belê ev kar her tim nîne. Bêguman karekî xetere ye. Ez qet ji darê neketim, lê belê hin hevalên min ketin. Di Cotmeh û Mijdarê de gûz baş çê dibin û ji bo dawişandinê amade dibin. Zivistanê jî em karên cuda dikin."

Hevdana gûzan li vî gundî karekî komunal e. Gundî her roj li binê dareke gûzê kom dibin û gûzan didin hev.