2021 bû yek ji salên herî germ ên heft salan

Rêxistina Meteoroliyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku 2021 bû yek ji heft salên herî germ.

WMO ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye û navenda wê li Cenevreyê ye, bi daxuyaniyekê got, "Ji sala 2015'an û vir ve salên herî germ ên heft salan, 2016, 2019 û 2020 e."

WMO'yê diyar kir ku heft sal in li ser hev germahiya hewayê li gorî serdema beriya pîşesaziyê bi 1 pileyî zêde ye û got, "Ji ber gaza sera ya li atmosferê ku di asta rekorê de ye, tê payin ku germahiya global û meylên guhertina avhewayê yên demdirêj ên din dewam bikin."

Sekreterê Giştî yê WMO'yê Peterrî Taalas got, "Ji ber gaza serayê ya zêdebuyî, germahiya global a ji ber faktorên avhewayê û germahiya global a demdirêj, guherina salane ya germahiya global gelekî zêde ye."

Li gorî WMO'yê sala 2021'ê yek ji salên herî germ e û li gorî serdema beriya pîşesaziyê ya navbera salên 1850-1900'î de bi 1.11 pileyî germahî zêde bûye.

Li gorî daxuyaniyê, bi germahiya 50 pileyî ya li Kanadayê, sala 2021'ê wê di bîra mirovand e bimîne.