15 hezar Kurdistanî û Tirkiyeyiyan li Kolnê ji şerê Erdogan re gotin na
Li bajarê Elmanya Kolnê bi armanca protestokirina polîtîkayên şer ên AKP’ê bi organîzasyona NAVDEM, ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin
Li bajarê Elmanya Kolnê bi armanca protestokirina polîtîkayên şer ên AKP’ê bi organîzasyona NAVDEM, ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin
Li bajarê Elmanya Kolnê bi armanca protestokirina polîtîkayên şer ên AKP’ê bi organîzasyona NAVDEM, ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku 15 hezar kes beşdar bûn Kurdistanî û Tirkiyeyiyan ji şerê Erdogan re gotin, na. Di çalakiyê de peyama, “Eger pir dixwazin bila ew bi xwe biçin şer, lê wê zarokên me ji şerê Erdogan re nebin qurban” hat dayîn.
Girseya saet 12:00'an li Elbertplatz kom bû, saet 13.30’î dest bi meşê kir. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Hevseroka KCD-E Dilşa Osman, nûnerên Goran û YNK’ê jî li rex Kurdistanî û Tirkiyeyiyan cih girtin.
Girseya di cadeyên herî qerebalix ên Kolnê de meşiya rastî eleqeyeke zêde ya Elmanan hat. Ciwanan dirûşma, “PKK gel e gel li vir e” got. Di meşê de ku mesafeyeke kurt ji qada mîtîngê re mabû, li ser banê avahiyekê ku hin nîjadperestên ulkucî bi nîşaneya guran xwestin gel provoke bikin ciwanên Kurd bertek nîşan dan. Piştî aloziyeke demkurt bi saya ewlekariya Kurdan û polîsan provokasyon vala hat derxistin. Paşê meş heta Heumarkt cihê mîtîngê bê bûyer dewam kir.
Li qada mîtîngê axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokên NAV-DEM’ê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur ve hat kirin. Goksungur kesên tevlî meş û mîtîngê bûne spas kir û got: “Ji niha û pê ve jî divê em li hember rejîmên nîjadperest ên faşîst bi ruhê yekîtiyê hevdu hembêz bikin.”
Yuksel Koç jî bal kişand ser ruhê hevpar û bang kir ku li hember êrîşên faşîst ên li hember Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.
Piştî Koç Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî got: “Erdogan yanî hevkarê DAIŞ’ê hemû derfet bi kar anî. Ji bo şoreşa Rojava bi destê DAIŞ’ê bikşîne. Lê têk çûn. Şerê Erdogan ê Rojava li hember gerîlayên YPG/YPJ têk çû.”
Kartal di dewama axaftina xwe de got ku li her cihê lê divê Erdogan teşhîr bikin û banga ji bo valaderxistina polîtîkayên şer ên Erdogan pêşxistina berxwedanê dubare kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî got ku divê ruhê yekîtiyê yê li Pirsûsê derket holê bidin jiyîn û wiha dewam kir: “Di rêya aştiyê de em ê li rex hevdu qezenc bikin. Wê demê stûyê 32 ciwanên me yên li Pirsûsê hatin qetilkirin wê tewandî nemîne. Wê demê dê ruhê gelê me yê li Zergelê hat qetilkirin bi me re be. Wê ruhê pitika 8 mehî ya di zikê dayika xwe de hat qetilkirin wê bi me re be. Li hemberî şerê topyekûn, em berxwedana topyekûn pêş bixin aştiyê ava bikin.”
Nûnera YNK’ê Lale Hamîd jî êrîşa li hember Qendîlê şermezar kir û got: “Piştî komkujiya Şengalê ku hê jî jinên Şengalî nehatine rizgarkirin deynekî însanî ye.”
Nûnerê Tevgera Goran Dilêr Sharezman destnîşan kir ku Kurdistan bi temamî di hedef û êrîşên DAIŞ û Tirkiyeyê de ne û tenê eger hemû partiyên Kurd hêza xwe bikin yek û li hember dijminên hevpar bi sekneke hevpar rawestin wê bi têkoşîneke hevpar dijminên Kurdan berteref bibin.
Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.