Li bajarê Marsîlya yê Fransa salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.
ANF
MARSÎLYA
şemî, 15 gelawêjê 2015, 12:48
Di mîtînga ku Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlya li Qada Vieux Port pêk anî, belavokên ku bal dikişîne ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê hatin belavkirin.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlya Kemal Guler axivî. Guler got: "Gelê Kurd bi vê pêngavê re şoreşa neteweyî, siyasî û çandî pêk aniye. Şoreşa Rojava ya gelê Kurd têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar kir berhema vê pêngavê ye. Eger îro bi mîlyonan mirov li derdora felsefe û fikra Rêber Apo kom dibin, ev hemû encama vê pêngavê û dilsoziya bi kesên ev pêngav pêk anîne.
Di çalakiya ku dirûşmên, “PKK gel e gel li vir e” û “Şehîd namirin” hatin gotin, nêzî 700 kes beşdar bûn.