14 salan 43 milyon hektar qada daristanî tune bû

Li gorî raporekê ku ji aliyê Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) ve hate weşandin, karê bêdarhiştina cîhanê zêde bûne. Tenê 14 salên dawî qadeke daristanî ya bi qasî Iraqê tune bû.

Li gorî rapora WWF'ê, talankirina qadên daristanî yên ji ber mirovan, dewam dike. Di raporê de hate ragihandin ku di navbera salên 2004 û 2017'an de 14 salan qadeke ji 43 milyon hektarî ya daristanê tune bû. Ev jî tê wê wateyê ku bi qasî temamiya xaka Iraqê qadeke daristanî tune bû.

Dîrektora Giştî ya WWF'ê Véronique Andrieux ji radyoya Europe 1 re axivî û diyar kir ku di nava 14 salên dawî de talankirin û wêrankirina daristanan di 'asta alarmê' de bû. Li gorî daneyên ku Andrieuxê parve kir, qadên daristanî yên Amazon û Cerrado yên li Başûrê Emerîkayê, qada Kongo ya li Efrîkayê, nîvgiravên Borneo û Sûmatra yên li Başûrrojhilatê Asyayê û daristanên li derdora Çemê Mekongê ku ji Çîn, Vîetname û Taylandê derbas dibe, di nava metirsiyeke mezin de ne.

Li gorî WFF'ê, gefa herî mezin a li ser Amazonan û gelek qadên daristanî yên cîhanê, karên çandiniyê ye ku her sal zêde dibe. Ya sereke jî hilberandina soya ye ku ji bo sewalkariyê tê bikaranîn. Ji bo vê jî qadên daristanî tên tunekirin û ji çandiniyê re tên amadekirin.

Çêkirina rê, binesazî, pîşesaziya daristanê û karê çandiniyê yên li Efrîkayê çend ji sedemên bingehîn ên talankirina daristanan e.

Li gorî Dîrektora WWF'ê eger dawî li talankirina daristanan neyê anîn, Covîd-19 wê nebe şewba dawî ya li cîhanê û wê gelek şewbên din gefê li mirovahiyê bixwin.