1. Konferansa Meclîsa Ekolojî ya Wanê hat destpêkirin

Konferansa ji aliyê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê ve hat lidarxistin, bal kişand ku bê avî, texrîbatên xwezayî, koçberî, û ekolojî di encama şer de der dekevin holê.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê ku bi şîara “Mezopotamyayek din mimkûn e” li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê 1’emîn konferansa xwe li dar xist. Di salonê de pankartên weke “Şer sedema herî mezin a texrîbatan e” û “ Jin di cewherê xwe de xwezayî ye, xweza di cewherê xwe de jin e” hatin daliqandin. Kongre bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştî rêzgirtinê tevgera Ekolojiyê perspektîfên xwe bi Kurdî û Tirkî xwendin. Vîzyona Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê û Civaka Ekolojiyê, raporên xwe yên 3 mehan xwendin. Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê Yûsûf Sevmîş axivî û diyar kir ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya tevgerekî civakî ye û got: “Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya, li dijî hişmendiya Mordernîteya Kapitalîs tevgerekî ku ekonomiya komînal a demokratîk xistiye meriyetê.”

 ‘FINDEKÊ TI JÎ PÊXE’

Piştre Hevberdevka Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê Yasemîn Arikan axivî û di axaftina xwe ya li ser nirxandina ekolojiyê jî felsefeya ekolojiya civakî sedemên ku di sedsala 21. de tê jiyîn bal kişand ser xususên bingehîn û wiha anî ziman: “Heta ku ti rexneyan li tarîtiyê bikî, ti jî findekê pêxe.” Arikan diyar kir ku weke meclîsa ekolojiyê yek mijara ku li ser rawestiyane jî ev e.

RAPORA XEBATAN HATIN XWENDIN

Arikan wiha got: “ Tenê bi temaşekirina encaman li aliyekê din meyzandin na, di warê civakî de ji nû de girtina dest û ji bo çareserkirina têkiliyên xweza û mirovahiyê de guherîn were çêkirin, em di wê xalê de ne ku ji nû ve were destgirtin. Piştre Aktivîsta Tevgera Ekolojiyê ya Wanê Huriyet Sonmez axivî û diyar kir ku meclîsê raporên xebatên 3 mehan xwendin. Sonmez piştî veguhestina agahiyên ji xebatkarên Meclîsa Ekolojiyê şûn de, konferans bi axaftinên akademîsyenan û endamên dildar berdewam kir.

Konferans, piştî diyarkirina rêveberiya nû ya Meclîsa Ekolojiyê û şûn de wê bi dawî bibe.