1 ji sedî ji 92 ji sedî yê mirovan bi du qatî dewlementir e

Rêxistina civaka sivîl Oxfam ragihand, 1 ji sedî yê dewlemendan ji 92 ji sedî yê mirovan bi du qatî dewlemendtir e. Ev neheqî bi taybetî zorê li jinan dike.

Berpirsyarê Hindistanê yê rêxistina civakî ya sivîl Oxfam Amîtabh Behar wê îsal Oxfamê li forûma aborî ya Davosê temsîl bike. Behar daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser ferqa mezin a navbera dewlemend û xizanan.

Behar got, "Ferqa navbera dewlemend û xizanan, heta ku polîtîkayên şareza yên li dijî newekheviyê neyên meşandin wê ji holê ranebe. Divê hikumet bi misogerî û adîl para bacê ji şîrketan û dewlemendan werbigire."

Rapora salane ya Oxfamê ya li ser newekheviya global bi rengekî kevneşop heman beriya destpêkirina Forûma Aboriyê ya Cîhanê tê eşkerekirin. Forûma 50'emîn wê Sêşemê li bajarê Davosê yê Swîsreyê dest pê bike. Li gelek deverên cîhanê wê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Li gorî tespîtên Oxfamê ku xwe dispêrin daneyên kovara Forbesê û bankaya 'Credît' a Swîsreyê, pereyê di destê 2 hezar û 153 kesî de ye, ji pereyê 4.6 milyar mirovan zêdetir e.

1 JI SEDÎ BI DU QATÎ JI 92 JI SEDÎ YÊ MIROVAN DEWLEMENDTIR E

Li aliyê din mal û milkên 1 ji sedî yê dewlemendên cîhanê, bi du qatî ji 6.9 milyar mirovî yanî 92 ji sedî yê mirovan dewlemendtir e.

Li ser bandora vê newekheviyê ya li jinan jî ev agahî hatin parvekirin:

22 kesên herî dewlemend ên cîhanê, mal û milkên wan ji mal û milkên tevahiya jinên li Efrîkayê zêdetir e.

Jin û zarokên keç her sal 12.5 milyar saetî bêberdêl xizmeta xwedîkirinê dikin.