Zext û şantaja aborî ya li ser Katalonyayê zêde dibe

Li hemberî Katalonyayê, ku bi zexta hikumeta navendî hewl tê dayin îradeya wê ya serxwebûnê ji holê bê rakirin, bi destê sermayeyê zexta aborî dewam dike.

Roja 1'ê Cotmehê, ligel hemû zextan jî zêdeyî 2 mîlyon Katalan tevlî referandûma serxwebûnê bûn û 90 ji sedî dengê 'erê' dan. Hikumeta navendî ya Spanyayê, ji bo pêşî li bicihhatina referandûmê bigire çi jê tê dike. Di vê çarçoveyê de tê payin ku di civîna Desteya Wezîran a îro de, hemû erkên xweser ên li Katalonyayê radestî hikumeta navendî bên kirin. Zexta aborî ya piştî referandûmê dest pê kir jî dewam dike.

1185 ŞÎRKETAN QEYDA XWE BIRIN HERÊMÊN CUDA

Li gorî daneyên dawî, ji ber referandûmê, ji dema rûdana krîza navbera Spanya û Katalonyayê û vir ve herî kêm 1185 şîrketan qeyda xwe ji Katalonyayê rakirine û birine herêmên cuda.

Li gorî daxuyaniya ji Madrîdê hate kirin, tenê roja Pêncşemê 268 şîrketên nû qeyda xwe ya bazirganiyê birine herêmên din ên Spanyayê.

Di nava şîrketên ku vê hefteyê biryardar dan ji Katalonyayê bar bikin, şîrketên ji sektora xwarinê û vexwarinê Gallo û Codornîû û yek ji girîngtirîn şîrketên sîgortayê yên Swîsreyê Zurîch jî hene. Ji sektora tipê Pangaea Oncology û şîrketa mezin a emlaqê Servîhabîtat jî ji bo zext li Katalonyayê bibe, çûn herêmên din.

ENCAMA GEFÊN ABORIYÊ YÊN SPANYAYÊ

Tevî Spanyayê, Yekîtiya Ewropayê jî li hemberî referandûma serxwebûnê ya Katalanan helwest nîşan da.

Katalonya, tevî ku 16 ji sedî yê nifûsa Spanyayê ye, 20 ji sedî yê aboriya Spanyayê di destê wê de ye. Li dijî daxwaza serxwebûnê ya li Katalonayyaê, aborî jî weke şantajê tê bikaranîn.

Wezîrê Aboriyê yê Spanyayê Lûîs de Gûîndos çend roj berê daxuyaniyek dabû û gef xwaribû ku biryara serxwebûnê 'wê bibe întixara aborî ya Katalonyayê'. De Gûîndos îdîa kiribû, ku ji 1'ê Cotmehê û vir ve di cîroyên super market û navendên bazarê de 20 sedî kêm bûye.

Li hemberî Katalonyayê ku binesaziya wê li gorî herêmên din ên Spanyayê qewîntir e, tê gotin ku ev gefên lê tê xwarin bi teşwîqa hikumeta Spanyayê tên kirin.