BI DÎMEN

Şengal bi xeteriya ziwabûnê re rû bi rû ye

Li gel ku Şengal herêmeke çiyayî ye û derfetên wê yên çêkirina bendavan heye, ber bi bêav bûnê ve diçe. Kêmbûna avê di torên avdanê de û nebûna planên avê yên domdar vê pirsgirêkê giran dike.

Herêmên cîhanê ji ber guherîna avhewayê û zêdebûna germahiyê bi pirsgirêka kêmbûna avê re rû bi rû ne û Şengal jî yek ji wan herêman e. Şengal ber bi hişkiyê ve diçe û ji %75’ê ava wê kêm bûye. Her wiha pisporên ekolojiyê hişyariyê didin ku eger rewş wiha bidome wê heta demeke ne dûr, Şengal wê bi ziwabûnê re rû bi rû bimîne.

Guherîna avhewayê dibe sedem ku germahî zêde bibe û baran jî kêm dibe. Ev jî bi xwe re kêmbûna avê tîne. Her wisa li ser axa Şengalê tu bendavên ku avê kom dike tune ne. Ev yek jî dihêle ku zivistanê wê kêm baran bê, havînê wê jî bi dijwarî û kêmavî derbas bibe.

Li gel ku Şengal herêmeke çiyayî ye û derfetên wê yên çêkirina bendavan heye, ber bi bêav bûnê ve diçe. Kêmbûna avê di torên avdanê de û nebûna planên avê yên domdar vê pirsgirêkê giran dike. Her wisa jî zêdebûna nifûsê jî daxwaziya avê zêde dike û ev jî zextê li ser çavkaniyên avê dike.

BANDOR LI ÇANDINÎ Û JIYANA GUNDAN DIKE

Kêmbûna avê rasterast bandorê li çandinî û heywanan dike û ev jî debara jiyana gelê Şengalê dixe xeteriyê.

Kêmbûna avê gelek metirsiyan bi xwe re tîne û ew jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê û krîzeke mirovahî derdixe holê. Nexweşiyên cuda cuda bi xwe re tîne, kêmbûna avê zirareke mezin dide ekolojiya herêmê û cihêrengiya biyolojîk kêm dike.

Ji bo ku ev rewş pêk neyê, pêwîst e ku gavên bilez û bi bandor bên avêtin û ya girîng ji van gavan jî ew e ku bendav werin sererastkirin û herêm ji vê krîzê xilas bibe.

ÇANDINA BERHEMÊN KU KÊMTIR AVÊ DIXWAZIN

Cotkar dikarin berhemên ku kêmtir avê dixwazin biçînin, ji xwe herêma Şengalê yek ji wan herêman e ku gelê wê debara jiyana xwe li ser çandinî û sewalkariyê dike.

PARASTINA ÇAVKANIYÊN AVÊ

Pêwîst e ku çavkaniyên avê yên heyî werin parastin û rê li ber tunebûna wan were girtin. Ji xwe di dema rejîma Sedam Hisên de û bi taybet dema ku gel ji çiya hate derxistin, piraniya kaniyan ji aliyê rejîma wê demê ve hatin girtin.

Divê gelê Êzidî vê rewşa hesas li ber çavan bigire, ji ber di van salên dawî de bi hezaran bîrên avê hatine kolan, kolana erdê û derxistina avê bi vî awayî gelek bandorê dike.

Rewşa Şengalê ya derbarê kêmbûna avê de cidî ye û pêwîstî bi mudaxeleyeke bi lez heye da ku pêşî li karesatek mezin bê girtin.