Zêdeyî hezar sivîl ji zilma Boko Haram hatin rizgarkirin

Li Nîjeryayê, zêdeyî hezar sivîlên ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatin revandin bi saya opeasyonên artêşê hatin rizgarkirin.

Ji berdevkên artêşê Onyema Nwachûkwû ragihand, gelek gundên li ser sînorê Kamerûnê ku ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatibûn dagirkirin, bi operasyonan hatin rizgarkirin.

Berdevk ragihand, li herêmên bakurê rojhilat ku eyaleta Borno jî lê ye, di encama operasyonan de zêdeyî 1100 sivîl hatine rizgarkirin.

Çeteyên Boko haram ku ji sala 2009'an û vir ve êrîş dike, bi hezaran sivîl kuştin. Herî dawî li herêma bi navê Dapchî, hefteya derbasbûyî 100 zarokên keç ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Salên dawî tevî welatên cîhan ên weke Nîjer û Çadê li dijî Boko Haram operasyon hatin kirin û bi dehan çete hatin kuştin.