Zêdetirî mîlyonek kes azadiya Nesrîn Sotudeh dixwaze

Li tevahiya cîhanê, ji 200’î zêdetir welatan, ji mîlyonek zêdetir mirovan ji bo parêzera Îranî Nesrîn Sotudeh bê berdan, tevlî kampanyaya îmzeyan bûn.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, zêdetirî mîlyonek kesî bertek nîşanî cezakirina parazvana mafê mirovan Nesrîn Sotudehê dan.

Rêxistina Efûyê, îmzeyên ji bo serbestberdana Sotudeh hatî berhevkirin, radestî balyozxaneya Îranê kirin.

Sotudeh a parazvana mafê mirovan û parêzer, 13’ê Hezîrana 2018’an li mala xwe hatibû destgîrkirin. Adara 2019’an ji ber xebatên xwe yên mafê mirovan, 33 sal cezayê girtîgehê û cezayê 148 qemçû lê hatibû birîn.

Li Îranê, li gorî qanûnên heyî divê Sotudeh 12 sal di girtîgehê de bimîne. Sotudeh, Îlona 2016’an dîsa ji ber xebata xwe ya mafê mirovan 5 sal ceza lê hatibû birîn. Di van her du dozan de bi giştî 38 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Li gorî vî cezayî divê Sotudeh, 17 salan di girtîgehê de bimîne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Îranê kir ku êrîşên xwe yên li dijî parazvanê mafê mirovan bi dawî bike.