YPC'ê li Wanê li wesayitên zirxî xist
Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC) ragihand ku li hemberî desteserkirina îradeyê ya li Wanê, wan li nava bajêr li dijî hêzên dewleta Tirk gelek çalakî kirine.
Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC) ragihand ku li hemberî desteserkirina îradeyê ya li Wanê, wan li nava bajêr li dijî hêzên dewleta Tirk gelek çalakî kirine.
Di daxuyaniya YPC'ê de hate destnîşankirin ku li dijî polîtîkayên înkar, îmha û şer ew bi biryar in ku destketiyên gelê Kurd biparêzin.
Li gorî daxuyaniyê, li hemberî desteserkirina îradeya gelê Wanê yekîneyên YPC'ê gelek çalakî kirin.
Têkildarî çalakiyên 18'ê Sibatê hatin kirin ev agahî hatin dayin:
"Li navenda Wanê kemîn li pêşiya hêzên dewletê hate danîn ku hewl didan bikevin nava taxa Duzyolê. Di encamê de 2 wesayitên zirxî hatin îmhakirin.
Heman saetê li navenda Wanê li hemberî wesayiteke zirxî ya ku hewl dida bikeve taxa Yalîmerezê bi molotof û fîşekên hewayî çalakî hate kirin û bi temamî hate îmhakirin."