Yewnanistan wê 10 hezar koçberan vegerîne Tirkiyeyê!

Hikumeta Yewnanistanê diyar kir ku heta dawiya sala 2020’an wê 10 hezar koçberan vegerînin Tirkiyeyê.

Roja Duşemê piştî civîna Desteya Wezîran daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate diyarkirin ku di dema hikumeta berê de di çar sal û nîvan de hezar û 806 koçber hatine vegerandin.

Hikumeta Kyrîkaos Mîçotakîs diyar kir ku ew dixwazin heta dawiya sala 2020’an 10 hezar koçberan vegerînin Tirkiyeyê.

Di demenên dawîn de gelek koçber ji Tirkiyeyê diçin Yewnanistanê. Piştî sala 2016’an peymana li ser koçberan, rêjeya koçberkirinê zêde bûye.

Hikumeta Yewnanistanê diyar kir ku ew ê li Behra Egeyê tevdîrên xwe zêde bikin, koçberên li giravan bişînin herêmên din û ji bo kesên qaçax û daxwaza wan a îltîcayê hatiye redkirin jî navend werin avakirin.

Li gorî peymana di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de ya ku di sala 2016’an de hatibû îmzekirin wê koçberên qaçax û penaberên ji Sûriyeyê yên ku ji ser Tirkiyeyê hatine Yewnanistanê, wê werin vegerandin.

Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hevgirtinên bi koçeran diyar dikin ku ev peyman dermirovahî ye. Piştî Adara 2016’an yên ku xwe gihandin Yewnanistanê ji bo ku neyên dersînorkirin daxwaza îltîcayê kirine.