Yekîtiya Ewropayê 97 şîrketên hewayî xiste lîsteya reş

Komîsyona Ewropayê bi hinceta ku ne li gorî standartên ewlekariyê yê navnetewî ne 97 şîrketên hewayî xiste lîsteya reş.

Komîsyona Ewropayê lîsteya şîrketên hewayî yên hatine qedexekirin ku li saheya hewayî ya Ewropayê dixebitin rojane (nû) kir.

Li gorî revîzyonê firîna 97 operatoran li ser Ewropayê re hat qedexekirin.

Hemû şîrketên 15 welatan êdî ji sedî 90’ê lîsteya reş ya Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk tînin. Navê wan welatan wiha ye; Efganistan, Angola, Ermenistan, Kongo, Komara Demokratîk a Kongo, Cîbûtî, Gîneya Ekvator, Erître, Qirqîzistan, Lîberya, Lîbya, Nepal, Sao Tome û Prîncîpe, Sîerra Leone û Sûdan.

Komîsyona YE’yê ragihand ku ev qedexe “ji ber çavdêriya ewlehiyê ya ne têr ji hêla rayedarên hewavaniyê yên van welatan ve derketine” hatiye danîn.

Heft şîrketên hewayî yên din jî hatin qedexekirin ku wiha ne: Şîrketên Hewayî yên Avîor a Venezuelayê, Şîrketên hewayî yên Blûe Wîng a Sûrînamê, Şîrketên Hewayî yên Aseman a Îranê, Şîrketên Hewayî yên Iraqê, Şîrketên Hewayî yên Med-Vîew a Nîjeryayê, Şîrketên Hewayî yên Skol a Rûsyayê û Air Zîmbabwe.

Komîsyonê her wiha diyarkir ku tespîtkirina “kêmasiyên ewlehiyê yên cidî” li pişt biryara xistina van şîrketan a di lîsteya reş de ye.

Komîsera Berê ya Veguhastinê Adîna Vălean got: “Parastina asta herî bilind a ewlehiyê ji bo hemû rêwiyan û personelên hewayî şertek sereke ye. Lîsteya Ewlehiya Hewayî ya YE’yê yek ji amûrên me yên herî bibandor dimîne ku em vê yekê serbixînin.”

Di malpera Komîsyonê de jî ev tişt hatiye nivîsandin: “Dabînkirina asta herî bilind a ewlehiya hewavaniyê ji bo Ewropiyan û hemû rêwiyên din ên ku diçin Yekîtiya Ewropayê û yên di hindurê Yekîtiya Ewropayê de digerin, bingeha siyaseta ewlehiya hewavaniyê ya Komîsyonê ye.”

Ji aliyê din jî di serî de Aîr Moldova, HîSky û FlyOne yên xizmeta Fransayê dikin hemû şîrketên hewayî yên “piştî başkirinên ewlekariya hewayî ya li welêt” sertîfîka wergirtinî, ji vê lîsteya reş hatin derxistin.