Yekîtiya Ewropa hewl dide xwe ji plastîkan paqij bike

Pêşnûmeya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ku ji bo parastina hawirdorê û zindiyên li nava deryayê, plastîkan qedexe dike, doh hate ragihandin. Bi rêya pêşnûmeyê tê xwestin, parzemîn ji trilyonan parçeyên plastîk bê paqijkirin.

Di pêşnûmeyê de ku komîsyonê pêşkêş kir, tê xwestin ku beşeke girîng a plastîkên tenê ji bo carekê têne bikaranîn, bên qedexekirin. Tiştên ku di pêşnûmeyê de daxwaza qedexekirina wan tê kirin; qedeh, sênîk, çetel-kêr, pîpet û kevçiyên qehweyê yên plastîk jî hene. Li şûna van jî tê xwestin ku altenatîf bê afirandin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser xisara plastîkên didin erdê û deryayê û bi vê pêşnûmeyê re dixwaze, heta sala 2025'an 90 ji sedî yê şûşeyê plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn, vegerîne.

Pêşnûme divê li hemû welatên Yekîtiya Ewroapyê û Parlamenta Ewropayê bê erêkirin. 

Tê gotin ku hejmara parçeyên plastîk ên li okyanûsan, ji hejmara masiyan zêdetir bûye. Eger pêşî li belavbûna plastîkê neyê girtin, wê gelek cûreyên zindiyan tine bibin.