Yekîtiya Ewropa di mijara Lîbyayê de jî 'bi fikar e'

Yekîtiya Ewropayê piştî ku dewleta Tirk tezkereya Lîbyayê ragihand, diyar kir ku ew 'bi fikar in'.

Bi navê Berdevkiya Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek hate weşandin û hate ragihandin ku ew "gelekî bi fikar in". Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekîtiya Ewropa baweriya xwe timî dubare dike ku krîza li Lîbyayê bi rêbaza leşkerî çareser nabe."

Berdevkiyê ragihand, "Destekên ji bo aktorên vî şerî wê aloziya li welêt û herêmê girantir bike." Her wiha bang hate kirin ku bi rengekî bê kêmasî ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bi cih bê anîn.

Parlamenta Tirk roja Pêncşemê tezkereya ku derfetê dide şandina leşkeran ji bo Lîbyayê qebûl kiribû.

Rejîma Tirk bi rengekî eşkere piştgiriya hikumeta li navenda Trablûsê dike ku bi giranî ji endamên Biratiya Misilman pêk tê. Tevî wesayitên zirxî, çek û balafirên şer ên bêmirov her wiha di hefteyên dawî de bi sedan çete jî şand herêmê.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp roja Pêncşemê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivî û di mijara Lîbyayê de ew hişyar kir. Trûmp diyar kir ku destwerdana derve wê rewşa li Lîbyayê bêhtir tevlîhev bike.

Îsraîl, Qibris, Yewnanistan û Misrê jî nerazîbûn nîşan dan ku destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê gefê li aramiya herêmî dixwe.