Yekîtiya Ewropa: Îsraîlê hîn li ser Îranê delîl pêşkêş nekiriye

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Îsraîlê li ser îdîayên xwe ku dibêje 'Îran li gorî peymana nukleerê ya 2015'an tevnagere' hîn delîl pêşkêş nekiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû duh êvarê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku belgeyên li ser bernameyeke veşartî ya nukleerê ya Îranê ketine destê wan. Netanyahû îdîa kiribû ku delîlên di vî warî de li ber destê wan hene.

Lê belê li gorî Yekîtiya Ewropayê, Îsraîlê hê li ser binpêkirina peymana nukleerê ji aliyê Îranê ve ti delîl pêşkêş nekiriye. Nûnera Yekîtiya Ewropayê ya ji Polîtîkaya Ewlekarî û Karên Derve Berpirsyar Federica Mogherini got, divê delîlên gengaz pêşkêşî rayedarên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) bên kirin.

Mogherini destnîşan kir ku IAEA di vî warê de yekane saziya pêwendîdar e û ragihand, îdîayên ku Netanyahû di pêşkêşiya duh de anî ziman, rê nade ku dilsoziya Îranê ya bi peymanê re bibe mijara lêpirsînê.