Yekîtiya Ereb: Plana Trûmp binpêkirina mafên Filistînê ye

Yekîtiya Ereb nerazîbûn nîşanî plana Serokê DYE'yê Donald Trûmp a li ser Rojhilata Navîn da û diyar kir, ev yek binpêkirina mafên rewa yê Filistîniyan e.

Plana ku Trûmp roja Sêşemê eşkere kir, ji aliyê Filistîniyan ve bi misogerî hate redkirin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Ahmed Ebûl Geyt got, "Em perspektîfa Emerîkayê bi rengekî hesas lêkolîn dikin û li hewldanên cidî yên ji bo aştiyê hemûyan vekirî ne."

Geyt di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Plan weke binpêkirina mafên rewa yên Filistîniyan tê dîtin."

Sekreterê Giştî diyar kir ku bi nedîtina dagirkeriya Îsraîlê ya ji sala 1967'an û vir ve yan jî rewakirina wê, rê li ber aştiyeke mayinde û wekhev venake.