Yekîneyên Rûsya ji bo tetbîqata 'haziriya şer' li Belarûsê ne

Belarûs û Rûsya di demeke wiha de ku bi dewletên Rojavayî re rageşî zêde bûye wê tetbîqata 'haziriya şer' bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Belarûsê ragihand yekîneyên Rûs ji bo tetbîqata Sibatê hatine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Haziriya operasyonî ya ku wê di nêz de bibe û tetbîqetên şer, bi sedema rewşa kambax a siyasî-leşkerî ya li cîhanê, li Ewropa û xasma jî li sînorên rojava û başûr ê Belarûsê ji ber sedema rageşiya ku tim zêde dibe, tê kirin.''

Serokdewletê Belarûsê Alexandr Lukaşenko roja yekşemê dema civîna bi rayedarên Wezareta Berevaniyê re got, ''Me plansaziya wê girêda ku ev tetbîqat sibatê bê kirin. Ji bo ku me sûcdar nekin ku bêyî agahdarî leşker anîne û ber bi şer ve dajon, dema teqez diyar bikin û ragihînin.''

Lukaşenko zêdekirina leşkerî ya NATO'yê ya li Polonya û welatên Baltik ku sînorên xwe bi Belarûsê re hene û rewşa Ukraynayê weke hinceta tetbîqatê nîşan da.

Rageşiya di navbeyna Rûsya û Rojava de van heftiyên dawî, xasma jî ji ber krîza li Ukraynayê zêde bûye. Ukrayna û Rojavayî dibêjin Rûsya bi armanca dagirkirinê xwe ji êrîşeke leşkerî re hazir dike. Rûsya vê qebûl nake, helwest nîşan dide ku NATO dixwaze Ukrayna û Gurcîstanê bixe bin sîwana xwe.