Yekîneyên DYE'yê xwe ji baregeha hewayî ya Bagramê ya li Efganistanê vekişand

Hate ragihandin ku yekîneyên DYE û NATO'yê xwe ji baregeha hewayî ya Bagramê ya li Efganistanê vekişandine.

Li gorî AFP'ê, berpirsyarekî wezaretê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got "Hêzên koalîsyonê yên li Bagramê bi temamî herêm terikandin."

Li ser dema vekişînê agahî nehate dayin. Baregeha hewayî ya Bagramê bi 50 kîlometreyÎ li bakurê paytext Kabûlê ye.

Nehate ragihandin ku baregeha hewayî wê kengî bi rengekî fermî radestî artêşa Efgan bê kirin.

Di çarçoveya lihevkirina DYE'yê ya bi Talîbanê re yekîneyên NATO'yê piştî 20 salan di 29'ê Nîsanê de dest bi vekişîna ji Efganistanê kiribûn.