Yek jê fermandar 10 gerîlayên berê yên FARC'ê hatin kuştin

Artêşa Kolombiyayê, li dijî gerîlayên mixalîf ên FARC’ê ku tevlî peymana aştiyê nebûn, operasyon li dar xist. Yek jê fermandar 10 gerîla hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Werzareta Parastinê ya Kolombiyayê, Rodigo Cadete yê 40 salên xwe di nav têkoşîna gerîla de derbas kirî, di operasyonê de ku hêzên taybet û polîsan herêma Caqueta ya başûrê welêt pêk anî, hatiye kuştin. 

Wezîrê Parastinê Guillermo Botero diyar kir ku 9 gerîla jî hatine kuştin û çend heb jî bi birîndarî ketine dest û li herêmê şer didome. 

200 endamên polîs û artêşê yên hêzên taybet tevlî vê operasyonê bûne ku li bejahiyê didome. 

Rodrigo Cadete, tevlî hevdîtin û muzakereyên ku ji sala 2012’an heta 2016’an li Kubayê dewam kirî, bibû. Tê gotin ku kesê di payeya duyemîn ê ji FARC’ê veqetiyayî ye. Sala 2017’an ji FARC’ê veqetiyabû û tevlî koma mixalîf bibû. 

Di hevdîtinên aştiyê de nêzî 7 hezar gerîla çek danîbû. Lê belê nêzî 1.700 gerîla jî, ev peyman red kiribûn û gotibûn ku wê têkoşîna xwe bidomînin. Tê diyarkirin ku ev komên ne xwedî fermandariyeke hevbeş in, li bejahiyên asê yên Kolombiyayê xebatên xwe dimeşînin.