YE'yê serwîsa îstîxbarî ya Îranê kir lîsteya reş de

Yekîtiya Ewropayê serwîseke bi ser Wezareta Îstîxbarî ya Îranê ve û du endamên wê kirin 'lîsteya reş''.

Wezareta Karûbarê Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku serwîsa Îstîxbarî ya Îranê ketiye lîsteya reş de. Li gorî wezaretê baskekî Wezareta Îstîxbarî ya Îranê û du encamên wê ketine lîsteya reş.

Wezîr Anders Samuelsen li ser twîtterê got, ''YE'yê qebûl kir ku cezayê li serwîseke îstîxbarî ya Îranê bibire, ji ber sedema ku li Ewropayê haziriya suîkastê dikirin.''

Hate gotin kesên ku navê wan ketiye nav lîsteya reş Alîkarê Wezîrê Îstîxbaratê Seyid Haşemî Muhadam û Midûrê Giştî yê Îstîxbaratê Esadullah Esadî ne. Esadî halê hazir li paytexta Avûstûryayê Viyanayê bi peywireke dîplomatîk e. Mal û milkên wan ên Ewropayê hate desteserkirin.

Cotmehê Danîmarkayê serwîsa veşarî hazirî dikirin ku êrîşê bibin ser nûnertiya Tevgera Rizgariya Ehwazê ya li Danîmarkayê. Fransayê serwîsên Îranî tawanbar kiribû ku Hezîrana 2018'an hewl dabûn ku êrîşê bibin ser kongreya Mûcahîdên Gel ên Îranê.