YE’yê ji bo koma Rûsî ya paramîlîter a Wagner biryara pêkanînanê da

Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser koma Rûsî ya paramîlîter a Wagnerê bi hinceta “çalakiyên wê bê îstîkrariyê çêdikin” biryara pêkanînê da.

YE’yê derheqê 3 şîrket û 8 kesên girêdayî koma Rûsî ya paramîlîter a Wagnerê bi hinceta ku li welatên Ûkrayna û gelek welatên Afrîqayê “çalakiyên wê bê îstkîrariyê çêdikin” biyara pêkanînê girt.

Biryar bi dengê wezîrên kar û barên derve yên welatên YE’yê ku li Brukselê civiyabûn hat erêkirin. Ji bo ku biryar bikeve meriyetê pêwîste li Rojnameya Fermî bê weşnadin.

Ev cara duyemîn ku YE Wagnerê dike armanc. Par Yevgeny Prîgozhîn ku tê îdiakirin fînansorê komê ye ji ber ku ambargoya çekan ya Neteweyên Yekbûyî li hemberî Lîbyayê danîbû binpêkiriye xistibû lîsteya reş. Prîgozhîn weke navekê nêzî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin.

Tê gotin ku xebatên Wagnerê yên li Malî’yê çavkaniya fikaran e. Di vê mijarê de tê payîn ku YE ji bo pêkanînê çarçoveyekê diyar bike.

Di rewşa heyî de Wagner li Lîbya, Sûriye, Ûkrayna û nêzî 20 çolên 6 welatên Afrîqayê hebûna xwe nîşan dide.