YE'yê dema pêkanînên aboriyê yên li Rûsyayê ferz dike, dirêj kir

Yekîtiya Ewropayê (YE), ku Rûsyayê ji şerê li rojhilatê Ûkraynayê berpirsyar dibîne, dema pêkanînên li Rûsyayê ferz dike dirêj kir.

Bi navê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin, bi hinceta ku piştgiriyê dide alîgirên serxwebûnê yên li rojhilatê Ûkraynayê dema pêkênînên aboriyê yên li dijî Rûsyayê hatiye dirêjkirin.

Biryara hevpar ji aliyê 28 welatên endam ve hate wergirtin û hate gotin, Rûsya ku piştgiriyê dide Rûsên alîgirê serxwebûnê yên li herêmên Donetsk û Lugansk ên Ûkraynayê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê helwesta xwe neguhertiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji ber ku peymana li paytexta Belarus Minskê bi navbeynkariya welatên Ewropayê hate amadekirin bi cih nehatiye anîn, biryar hatiye dayin ku dema pêkanînên aboriyê yên li dijî Rûsyayê bê dirêjkirin. Dema pêkanînan ji bo şeş mehan hate dirêjkirin.