YE ultîmatoma Îranê red kir

Daxwaza Îranê ya ku 60 roj dem dixwest, ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ku di dosyeya nukleer ya bi Îranê de ne, hate redkirin.

Elmanya, Fransa û Keyîtiya Yekgirtî jî di nav de yên ku wan jî îmze dane peymana nukleerê, daxwaza Îranê red kirin.

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya YE Federîca Mogherînî bi daxuyaniyeke hevpar û got ku “Em hemû ultîmatoman red dikin.”

Rejîma Îranê ji ber ambargoya DYE’yê du mehan dem diyar kiribû.

Welatên Yekîtiya Ewropayê fikarên xwe diyar kirin û gotin ku “Baweriya me ya ji bo peymana nukleerê gelekî zêde ye. Ev rewş ji bo ewlehiya hemû kesan e.”

YE û sê welatên ku endamên wê ne, diyar kirin ku ew dixwazin Îran li gorî xalên peymana nukleerê tevbigere.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber DYE xwe ji peymana nukleerê vekişandiye, ew ‘xemgîn’ in.

Rêveberiya Washîngtonê zextên ekonomîk ên li ser Îranê zêde kir. DYE ya ku berê sektora petrolê kiribû hedef, vê carê jî sektorên pola, elemyon û sifir kir hedef.

Fransa, Elmanya û Îngîltere ji bo ji zextên DYE’yê birevin di dawiya meha Çileyê de pergaleke bi navê Înstex ava kiribûn.